PEYAMA CEJNA REMEZANÊ .. JI RAYA GIŞTÎ RE

Cejna Remezana  2016 li civaka îslamê, li hemî çîn ên
civaka Kurd pîroz û bi xêr be !
Netewa Kurd neteweke oldar e, di her şert û mercan de
pêdîviyên olî bi rûmet û kelecanî pêk tînê. Me hêvî ji xwedayê dilovan heye ko
kîn,ent,dijmînatî û dîjberiya dI nava hêz çîn,eniyên netewa  kurdan de bî
dawî werin,di şûna wan de hiskirîn ûlf,biratî û aşîtî cih bigirê. Da ko bes
werin  lîstîka dagirkeran û dijminên xwe. Dem hatiye ko Kurd  dewleta
xwe a serbixwe ava bikin. Lewra dewletbûyîn mafekî rewa ye,xwezayî  ye û
xwedayî ye. Em ji hemî hez û rexîstin û rêberên kurdan û jî hemî çinên civaka
kurd tîke dikin ko  derfetên sedsala 21’ê ji deste xwe ne revênin. Her
çendî di dema  îroyîn de dostên kurdan pir bûne û ji wan re derfetên baş
peyde bûne. Lê metirsiyek heye ko dijminê kurd fesadî û gelaciyê dinav Kurdan
da dikin da şerê birakujiyê derxin.
Pêviste em ferzendê nedin van dijminan,em qet jibîr nekîn ko dagirkerên Kurd li hev digerin, helwest û planên dijminatî saz dikin, di nava xwe de peymanên nûh li dijî Kurdan di efirênin,ji bona careke din weke demên çûyîn dagirkerîti ya xwe li ser netewa Kurd mayîn de bikin. Pêvîste em neyêne provakasyonên xêrnexwazan.em din ava xwe de li hevkirî bin. Em hemî hêzên netewî yên xwedî doza Kurdistanê li gel hevûdû têkiliyên biratî pêk bînin, li dora hikûmeta herêmê bicivin, xwebi hêzbikin,  li doza mafê xwe xwedî derkevin. Ger  em netewa Kurd  ji dîrokê sûd wergirin  diva bê;  van derfetên sed sala 21. a bi nerx ji destê xwe bernedin. Da bibê sed sala netewa Kurd. Kurd serxwebûna xwe  ava bikin û bigihine mafê xwe.
Ji bona di dinya hevdem de ciyê xwe yî bi rûmet hebê, karibê li ser çarenûsa xwe biryara xwe bi xwe bide. Em careke din cejna remezanê li hemî misilmana û li eniyên Kurd pîroz dikin.  Van kiryarên terorî ko li rojhilata navîn, bi teybetî li Kurdistanê pêk tên Şermezar dikin., ji hemû mirovatiyê re serkevtin û aramiyê dixwazin.    04.07.2016
 
Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiya
Serokê Giştî
Mehmet Emîn KARDAŞ

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…