Hevpeyvînek li gel nivîskar û rewşenbîr Narîn Omar – Ji weşanên rojnama REWŞEN –

 

Hevpeyvîn: Şêrîn Henan
 
   Bêguman jina ku barê miletê xwe hildide ser milê xwe û bi dozên civakê re bendewar dibe, ew cihê rêzgirtin û şanaziyê ye. Herweha jî ger ew rewşenbîr, welatparêz, mirovhez û çalakvan be, ew roleke balkêş di pêşketina civakê de dilîze. Mêvana REWŞENê di vê hejmarê de, stêrkeke navê wê di hemû celebên wêje de vedibirûse, navê wê Narîn Omar e.
 
P– Berî her tiştî, Narîn Omar kî ye?
B- Malzaroka dayîka min ez sipartî malzaroka Dêrika Hemko kirim, û Dêrikê di hembêza zemîn û xaka xwe de ez bi giyan û bizav kirim. Xwendina seretayî û navendî û bi domahî min li dibistanên Dêrikê bi dawî kir, û piştre ez tevlî zanîngeha Şamê bûm û di sala 1995an de min xwendina zagoyê; kulêca Adab, beşê zimanê Erebî, bi dawî kir. Min karê mamostetiyê kir. Sê zarokên min hene: Dastan, Sazîn û Şêrîn.
 P– Te kolêca Adab beşê zimanê Erebî xwendiye, ma tu bi çi zimanî dinivisînî û di çi cureyên wêje de tu dixebitî?
B– Li sala 1988an min dest bi weşana berhemên xwe kir bi zimanê kurdî û Erebî di kovar, pirtûk û malperên kurdî û erebî de, ez ji hemû celebên wêjeyî û çandî hez dikim çimkî hezkirina çand û wêje di damar û rayên min de dijîn û bi xwîna min re digerin. Ez helbesta kilasîk, pexşan, roman  û çîrokan bi zimanê kurdî û erebî dinivisînim, û tevlî ku ez gotarên konevanî, ramangêrî û civakî, li ser rola jinê di civakê de û doza jinê û pirsgirêkên wê dinivisînim, û pir gotarên min li ser rewşa zarokan û perwerdiyê hene, û ez çîrok û helbestên zarokan jî dinivisînim, min ji wan re pir helbest û çîrok amade kirine.
 
P- Helbesta sitranê yek ji cureyên ku tu dinivisînî, ma gelo ev nivîsandina hêsan e yan na?
B- ji sala 1995 ve heta niha stranbêj û hunermendên Dêrikê û herêmê helbestên min distirînin. Helbesta sitranê ji wan celebên pir zor e, tevlî ku ew kirasê hêsaniyê li xwe dike, çimkî ew ritma taybet dixwaze, li gorî mûzîk û awazê.
 
P– Wekî em dizanin gelek berhemên te hene, em dixwazin tu ji me re yên çapkirî û yên destnivîs xuya bikî..
B- Berhemên min ên çapkirî:
– Perîxana min.. helbest, bi zimanê kurdî.
– Hinga bêdengî can dikêşe  حيث الصمت يحتضر  bi zimanê Erebî.
Hin ji berhemên min ên destnivîs jî hene, ew jî ev in:
-Şeş berhevok “helbest”
-Sê roman.
-Du berhevok “kurte çîrok”
-Sê çandeser( dîrasat) li ser diyardeya neşûkirina keçan, û li ser tawana şerefê û li ser dîroka jinê.
– Berhevok ji bo zarokan “helbest”.
– Pirtûkek danhevî li ser hunermendên jin ên kurd.
– Pirtûkek li ser hunermend û dengbêjên Dêrikê yên mêr.
 
P- Bêguman pir berhem û gotarên te hatine belavkirin û tu li ser wan hatiye xelatkirin, ji kerema te em dixwazin ji xwendevanan re diyar bikin?
B- Xelat û bawernameyên min wergirtine ev in:
– Xelata helbestvan Seydayê Tîrêj. – Xelata rêxistina jinê di partiya Partî Dimuqratî Kurdî li Sûriyê, “Alpartî”
– Xelata rêxistina jinê di “Partiya Yekîtiya Demoqratiya Kurd li Sûriyê”.
– Xelata helbestvan û zimanzan Mela Ehmedê Palo ji aliyê hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd
– Xelata Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûriyê
-Bawernameya tîpa mûzîkê bi rêveberiya hunermend Ciwan Sebrî.
– Bawernameya baştirîn nivîser di sala 2009 ji malpera “diljan”.
– Xelata sêyemîn a çîrokê bi zimanê Erebî ji “Dar Elûdeba elseqfiyê”
– Wêneya Seydayê Cegerxwîn ji rêxistina Hesekê ya partiya Yekîtî. – Xelata vestîvala “mihrecana” helbesta kurdî li bajarê Qamişlo li sala 2014an
 -Li sala 2009an,navê min di nav baştirîn nivîserên cîhanê de hate nîşankirin.
P- Li Dêrikê çalakiyên te di warê civakî û çandî de pir in û navê te di avakirin û damazirandina hin komele û girûpan de berz bûye, di vî warî de tu çi dibêjî?
B- Ji sala 1983an ve heta niha min dest bi karê civakî û wêjeyî kiriye, û bi dehan girûp û komeleyên wêjeyî, çandî û civakî ava kirine, çi bi tenha xwe, çi bi kesên dî re. Yekemîn girûp min damazirand li sala 1983an bi alîkariya çend keçên me yên kurd, hîna ew şagirtên dibistanê bûn, li 1989, 1990 me girûp çêkirin, 1995an gropa Dêrikê ya çandî, 2005 “Baxê Jinên Dêrika Hemko”, 2008 “komeleya Jina Kurd”, 2012 min gazî li jinan kir û “Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê” min damezirand, lê mixabin piştî min destê xwe jê kişand parçebûnê jehra xwe lê werkir û bû gelek hevgirtin û yekîtî û komele, ji sedema ezeziya jinan û destdirêjiya çend partî û partîzanan.
 
P- Berî kirîza Sûriyê gelek kelem li pêş niviskar û rewşenbîrên Kurd hati bûn danîn, lê niha asoyên fireh li pêş wan peyda bûne, bi ya te be çi ji wan nivîskaran tête xwastin?
B– Rewşenbîr û gelê me bi tevahî ji gelek tiştan bi tirs û saw bûn di nivîsînên xwe de, bi taybet ên bi kurd û kurdayetiyê ve girêdayî, yên nêzî van mijaran dibûn hejmara wan kêm bû, Ez dixwazim bibêjim ku dema me, di salên nodan û heta sala du hezar û dehan de,  semînar û şevbiwêrkên xwe li dar dixistin hejmara mêvanên me pir kêm bû, û nivîskar û rewşenbîrên kurd li ser tiliyan dihatin jimartin, niha asoyên nivîsînê li pêş gelê me pir in, lê mixabin hîn me ew nekirine xizmeta çand, wêje û hunera xwe. Hêj êş û pirsgirêkên partiyan û parçebûnê di navbera wan de peyda dibin, di nêrîna min de demek dirêj divê heta ku em bikaribin van asoyan zeft bikin û li gor xizmeta xwe bişopînin, û ez bi hêvî me wê pêşeroja me xweştir û baştir be bi saya gelê me yê dilsoz.
 
P– Di vê rewşa taybet de, ji demeke ne dûr ve navê hin jinên kurd di qada çand û wêje de ronahî da, nêrîna te li ser wan çi ye, û hîn çi ji wan tête xwastin?
B- Bi rastî peyabûna jinê li dîlana çand, wêje û hunera kurdî cihê rûmet û şehnaziya me ya, û jina çalakvan weke leheng û hêzdaran xwe diyar kir, çendan ji wan navê xwe bi çirûskên serkeftinê ronahî kirine, lê dîsa ez dibêjim hejmara van jinên jîr û zana, di vê dema ku em lê dijîn, qels e .
 Tişta ku ji jina kurd tê xwastin di vê rewşa nediyar de ew e ku ew sûd û minfayê ji van derfetên zêrîn wergire, û li ser rêk û pêkên rast û dirust xwe ava bike û di paxila zanîn û agahiyan de xwe perwerde bike da bikaribe bi hêsanî civakê bişopîne û bero avakirin û saxlemiyê bibe, û nifşên zîrek û saxlem ji zarokan xwedî bike. Divê jin dijayetiya jinê neke, û di hinava xwe de agirê çavreşî û zikreşiyê li jinê vemirîne, bi serkeftina jina Kurd di hemî war û deveran de şad û kêfxweş be, eger jin bi jinê re ne alîkar be pêşketina jinê pêk nayê.
 
P– Gotina te ya dawî çi ye?
B- Qeftên sipasî û rêzdariyê ji
REWŞENê re, û ji hemî karmendên wê re, û ez pir kêfxweş im bi karê van jinên jîr û jêhatî, helbet bandora we li wêje û civaka me heye, Bextewar û serkeftî bimînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…