Referandûma Serxwebûnê Pîroz û Bimbarek be

Konê Reş
 
Silav û stranek pesin ji serokê herêma Kurdistanê re ku
(Referandûma Serxwebûna Kurdistanê)  bi
lez dike.. Bêguman piştî referandûmê, serxwebûn e… Ew serxwebûn li ser xêrê
be, li gelê kurd pîroz û bimbarek be.
Stranek evînê
ji serxwebûnê re.. Silav ji ilim û zanînê re.. Ji Kurdistanê re.. Kurdistana ku
ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e.. Kurdistana ku me ji şînê diparêze, geşbîniyê di hinavê
me de diçîne..
Hezar nefret li Sykes-Pîcot bibare.. Eva ku ji 100 salî ve bav û bapîrên me, eş û jana wê kişandine.. Erê, va piştî 100 salî ji êş û jana wê, emê bibin dewlet.. Êdî nema xewin Ehmedê Xanî, bavê netewa Kurdî ji me re xeyal e:
(Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat..)
Pîroz be, va îro em bi hêz û vîna kurdperweran geşbînin û ji referandoma serxwebûnê re dilîlînin. Ev referandoma ku piştî 100 salî ji Sykes-Pîcot bi xurtî li dergehê dewletên cîhanê dixîne û dewletbûna Kurdistanê bûye nûçeya yekemîn di medya cîhanî de..
Pîroz be Kurdistaniyên hêja! Va careke din gotina Mîr Bedirxan (1802-1868) di warê pratik de li ser xaka Kurdistanê dibe rastî: (Dîn dinê Xwedê ye, em tev birayên hev in) Û wê Misilman, Xiristyan û Êzdî tev bi hev re li Kurdistana azad bi şahî dijîn..
Pîroz be, va wek ku Mîr Miqdad Bedirxan dixwest, dibe: 
(Heyfa min têt ji Kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolmendin, dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te`ala paş niho her pazdeh rojade carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me`arîfeta bikim, li kûderê mirov die`lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîşa kurda bikim).
û daxwazên Hacî Qadirê Koyî, bi cî hatin:
(Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa dibine xerabe abad!
Enwa`î mîlel le gewre ta çûk
Xemilîwe memalîkî wekû bûk
Yek berg in û yek zuban û yek reng
Bê xeybet û xeyb û `ar û bê deng..)
 Ew serxwebûna ku Cegerxwîn dixwest êdî ne xewn e:
(Ala rengî ta bi kengî dê li ser sînga me bî,
Lê divê ew serbilind bî, ser serayê berze bî.
Serxwebûn doza me ye, lê Pêşveçûn bo me divê.
Herne pêş, herne pêş, herne pêş..)
Silav û stranek pesin ji referandoma serxwebûna Kurdistanê re, ji avakirina dewleta Kurdî re..
Kurdino werin! Werin em dengê xwe bidin dewletbûna Kurdistanê û vê derfeta zêrîn ji dest xwe bernedin û bela (Sykes-Pîcot) yek din li talanê me nexîne û em li van rojên dîrokî poşman nebin.
 
Konê Reş
Qamişlo, 31.05.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…