Bu te welato

Alwan Şivan
 
Qeftek ji hêvîyên
seridî 
Li perava xemgînîya awirên
te
Eyenda welatekî azad
nîgardike
Refek ji gazinên tevizî
Li ber gure gure şepoleke
tagirtî
Payîzîya lêvên te elenda
welatekî razayî şîyardike
Kerîyek ji fermêskên betilî

Ji guvaştina ewrekî pinghayî 

Di zivistane çavên tede 

Çeperên welatekî kelûgirî asêdikin

Garanek ji lavên sondayî

Li berbanga kavilikê newêrek 

Kure kure girîyê tey dilşewat

Qedera welatekî sêwî bi xizim û malbat dike

Mistek ji xwezîyên kedî 

Li diriyankên dê weledan 

Û qermîçonkên ji nîgarîya xwedê

Li ser tabloyê riwê te

Tixubên welatekî xwînî aram dike

Kulmek ji bajar û gundên neqandî 

Nixwryên devera pêxemberan 

Bablîsokên tav buhara bejna te 

Reşkujîya habîlan 

Li welatekî ji bîrkirî hişkere dike

Hijmarek ji xewnên hunayî 

Li ser avzûnka teşîyeke resen

Xwezaya tey bedew

Henasa cuxrafîya welatekî 

Parçe ji xinizîya peymana

Sayiks û Piko îro roj ji nûvre sînordike……… 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…