BEHÎNAME

Y.N.K.S.xelata xwe ya salane da E.Ş.Salih.

 Bi
bone ya roja zimanê Kurdî,û bi beşdariya cemawerekî ji rewşenbîr û nivîskaran
,îro li navenda Welatê me li bajarê Dêrikê,şaxê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana
Sûriya sêmînarek li ser zimanê kurdî lidarxist,û tê de mamoste Mihemed Emîn
S`edûn li ser vê roja pîroz rawesteha û dîrok û rewşa zimanê Kurdî şîrovekir.

Paş
re mamoste Ehmed Sofî çend helbestên hilbijartî ji yê helbestvan Ehmed Şêx Salih
ji cemaweran re xwendin.Her weha helbestvan û nivîskar Mihemed Ebdê ji dîwana
xwe ya bi nave Hestên min hijmarek ji helbestan xwend.

Di
dawî de mamoste Luqman Yûsif,cîgirê seroka Y.N.K.S.ê ,û piştî axaftinekê li ser
zimanê kurdî û giringiya wî xelata Y.N.K.S ya salane(2016)ji bo helbestvanê navdar
Ehmed Şêx Salih ragihand, û bi amadebûna çend endamên desteya birêvebir xelat
radestî wî kir.Û ji layê xwe ve jî helbestvan Ehmed Şêx Salih sipasiya Y.N.K.S-ê
kir û şanazî û serbilindiya xwe bi xelatê da xwyakirin.

Yekîtiya
Nivîskarên Kurdistana Sûriya

Dêrik
15-5-2016.

 

 

 

 

 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…