Gotar

Pirsine Giran

Merwan Berekat
Dibe ku, rojekê çemê demê raweste, û deriyên xewna bêgunehan vebin….. Belkî.
Bapîrên me rê û ba bûn.. lê pir pirsên nalînan di nav lêvên vê axê de keriyê hawarên xwe bere deriyên ezmên rêdikin.
Ba bûn… lê pirsên giran tozgirtî man.
Rê bûn… lê şopên sor jî, pir bûn. Ma gelo guhên ezmên jî, dixetimin?
Laboda…?
Ma ne win hevcêwî bûn? Berî ku win ji malçûka wê dilovanê rizgar bibin û deriyek bibin heft, çima te navika wî nebirî?
Belkî pirs giran be, û te nizanîbû ku hilma xwînê nabe xunav. Lê tê gotin ku şaşîtiya mezin ya diya we bû. Belkî?!
Yan jî, tu meraqdar bû, ku çavên (Êklîma) bibin kaniya rondikên saregerm? Ma gelo xwerina gênim bê qurban nedibû?  Ew jî, belkî.
Giyanewer, niştecihên goristanan û kurmikên ku di bin pêyên hespê pêxemberan de hatibûn pelixandin, û belkî (Amala) ya pêrî jî, tola xwe doz dikin. 
Eger şoreşa tolvedanê çîk bide, ma gelo kî û çi wê li dervî wê qadê bimîne?
Belkî, rojek were û gerîndeya çerxan raweste, lê govdeyê zemîn ji pirsên bê bersiv giran bûye… giran.
Habîl… giliyekî mezin di paşela (Nod) de li pey xwe hîştibû, lê hîn pênûsa dadweriyê pûç maye.  Ta kîngê deriyê dadê, dê were kutan û xwîna habîlan wê di malçûka axê de were rêtin?
Ma gelo, li ser kursiya pîroz jî, razan heye?
Eger na….. Çima Qayîn pir bûne?

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…