Li şûn warê evîna te

  Rehîm Ezîz

Li şûn warê evînate
Dilkî wêran û beyar
Payîzeke sitemkar
Di paytexta wî de
Rêberê xwe wenda kir
Awat û hêviyên wî
Hêdî hêdî diweşin
Bi hêlana sura bêre

ji nav pencên zilv û keziyên te..
***    ***      ***
Li şûn warê evînate
Dikî kevnar di nav mozxana
kul û derdade toz girtiye
çîrokeke xemgîn
bi hêsirên xunc û pişkojan
tên xwendin lê bi dengekî hêdî
ta dil bi agirê çîroka xwe bê sotin..
***    ***      ***
Li şûn warê evînate
Peyaleke dest ber jor
Li hêviya çend dilopa ye
Ji meya raxistî li ser lêva te
Ta serê xwe dagire
Û bibe mêvana dilê min
Û berê pêximberê ji nava xema
Bide navnîşaneke din…
***    ***      ***
Li şûn warê evînate
Revendekî li siya xwe digerim
di şeveke tarîde
ku heyvê xwe daye alî
û sitêran dest bi jimara xwe kirne
ta zanibin çend ji wan
hatine xwarê
dema tu bû leylan
***    ***      ***
Li şûn warê evînate
Navê te bû sitêra rojê
Û di ferhenga bêbextiyê de
Hate danîn û nebawerim
Ji îro pêve çav li navê te bigere
Him tu ji bîr dibe

Û him ji mija hêsiran..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…