PDK-T yekitiya xwe ragihand..

 Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiyê, îro 2016.04.04 roja duşemê li Amedè bi civîneke çapemenîyê yekitiya di nava aliyên Partiya Demokrata Kurdistanê de ragihand. Herweha PDKT da xûyakirin ku ew dest siyasetek aktiv dike.
Di destpêka civîna çapemeniyê de, serokê partiya M.Emin Kardaş armanca vê yekitiyê û bi vê mebestê behsa li darxistina konferansekî ji bo aliyên siyasî li Bakurê Kurdistanê kir.
Kardeş got:”divê em bi şêweyek aktiv lê bixebitindest da ku yên birûbaweriyên wan nêzî hevin, di bin sêwanekê da karê Netewî, Demokratik û Kurdistanî bidin meşandin. “
Piştî axavtina Kardaş berdevkê partiyê Rojhat Amedî behsa projeya yekitiya PDKê û herweha behsa cureyê kar û xebata pêşerojê kir.
Amedî di axavtina xwe de behsa xebata siyasî û destkeftiyên kurda kir.
Rojhat Amedî da xuyakirin ku ewê xebata xwe bi metodên demokratik û rêya diyalogê bikin û tundî û tujiyê dûrbin.
PDK-T ji sala 2014an ve, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi awayeke fermî siyasetê dike. Li gorî ragihandina rayedarên partiyê, ji ber ku pirsgirêkên li Tirkiyê û Bakur bi rêyên siyasetê bêne çareserkirin dê PDK-T di siyasetê de zêdetir aktîf bibe.
Rojevakurd
 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…

Mensûr Cîhanî – Derbarê paqijkirina etnîkî ya li dijî gelê Kurd li bajarê Helebê ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, Mesûd Barzanî got: Paqijkirina etnîkî û nijadî ya li dijî gelê Kurd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û dê encamên wê yên karesatbar hebin.

Hêzên hikûmeta nû ya Sûriyeyê, ku ji bermahiyên…

Daxuyanî

Di van rojên dawiyê de, li gelek bajarên Îranê û Rojhelatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê bi awayekî aşitîxwazane li hember desthilata Îranê têne encamdan, li şûna ku rêjîm bi awayekî aştiyane bersiva daxwazên xwepêşanderan bide, wekî hercar rêya tundutîjî û kuştin û bidarvekirinê bikar tîne, bi binçavkirin û darvekirin û komkujiyan bersiva…

Hozan Efrînî

Îro roja duşemê 5-1-2026`an e, ku di wê rojê de, beriya 121 salan, rojbûna ronakbîr û serkirde û rêberekî kêrhatî kurd Apê Osman Sebrî ye.

121 salên beriya niha , kesayetiyeke navdar û ronakbîr û helbestvan û damezrevanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Apê Osman Sebrî hatiye dinê…