Serweriya Nêremejî Civaka Mirovahiyê Pêş Naxîne


Vejîna Kurd 
 
 

Bêguman ewlehî, aştî û demoqratî stûnên
serkeftina  civaka mirovahiyê ne, vajayî
wê jî zordarî, setemkarî û lihevnekirin hilweşandina wê ne. Lê mixabin heya
roja îroyîn jî hîn zihniyeta dijîtî û zordariyê di mejiyê mirovan de cihekî
mezin girtiye, û di jiyana rojane de ew di têklî û danûstandinên de bi kar tê.

Diyardeya zordariyê gelek kevnar e, û her
kêlîkekê, li vir an li wir, di meydana mirovahiyê de dijene, aştî û ewlehiyê binpê
dike….. 
Eger em bixwezibin wê binasin em dikarin bêjin ku ZORDARÎ şêweyek an lebateke mirovan e, ku hêz, zor û dijayetî ji aliyekî ve dertên ” dibe ew alî mirovek, civakek an jî destlatek be” û li dijî aliyekî din bikar tên, armanc jê ew e ku aliyê duyem bindest bike, û bi wê helwestê re jî gelek ziyanên aborî û derûnî derdikevin holê. Di vê gotarê de, me xwest em girîngiyê bidin zordariya “şideta” ku li dijî jinan tê kirin, ji ber ku tu roj derbas nabin û em nebihîsin ku zordarî li ser jinekê, bi awayekî eşkere yan bi rêbazên veşartî diqewime. Ew jî tinazeke mezin e di dermafê rûmeta mirovahiyê de, û windabûna mafên mirovan e, û ew li ser bingeheke kultûrî, civakî, aborî, siyasî û yasayî ava dibe. Belê; zordariya ku li dijî jinê tê kirin pirseke piralî ye, divê ne tenê jin, lê pêwîst e her kesê xwe mirov dibîne di kesayetiya xwe de raweste ku çiqasî li ser jinê destlatdar û zordar e, ji ber ku ev diyardeya di nav hemû pêkhateyên civakê de tê dîtin, û tucarî ew bi aliyek ji aliyên civakê, yan  ol, çand, pêşketin û şaristaniya dewletekê yan jî paşdemayîna wê ve ne girêdayî ye.  
Birastî; şêweyên zordariyê pir in wek lêdan, kuştin, destdirêjiya seksî, bazirganiya jinan, zewaca bi zorê, sinetkirina jinan, recm…… û H.W.D, lê em kanin bêjin ku ew hemû tên ser yek wateyê, ew jî bikaranîna hêza govdeyî, aborî û derûnî li dijî jinê û çandeke ku mafê wekheviya jin û mêran mikûr nîne û rê li pêş bindestkirina jinê vedike. Belê, îro di sedsala bîst û yekê de jî, hîn li gelek welatan jin di warê raman, vîn û fîzîkî de rastî zordarî û destdirêjiyê tê, di bin navê adet û baweriyên kevnar û asayê de, li ser wê hîn pîvanên paşverû tên ferzkirin. Eger  em bûyerên kuştinê “wek nimûne” bişopînin, emê bibînin ku mêr ji aliyê kesên biyanî ve tên kuştin, lê di heman demê de jin ji aliyê hevjînê xwe yan bav û birayê wê ve tên kuştin. Li ser erdnîgariyeke gelek fireh, ji Efrîqya ta Kurdistanê, her roj bi dehan jin jiyana xwe bi dawî dikin, an tên kuştin.. çima?!!!!           
Bêguman gelek sedemên wê yên curbecur hene, lê di rastiyê de ew tev ji kaniyeke dîrokî dertên, ew jî civaka nêremejî ya ku mêr serweriya wê dikin û piraniya cîhanê pê tê rêvebirin. Di hemû serdemên dîrokî de yên ku mêran aborî û serwerî xistine destên xwe, destlatdarî û zordarî li ser jinê hatine kirin. Ji ber ku di serdema neyolîtîk de, dema mêr li çol û çiyan nêçîrvanî dikir, jinê tov li ser erdê diçandin û aborî dida afirandin, û bi wê civaka mirovahiyê bû xwedî hêz.
Ji ber girîngiya rola jinê di jiyana mirovahiyê de, di pir serdemên dîrokî de jin wek xwedêwendan hatin binavkirin, û li ber pûtên wan nimêj dihate kirin. Piştre mêr xwest serûberê rêveberiyê bi dest xwe xîne, û herwisa civakeke nêremejî ava bike, û dema gihîşte wê armancê wî dest bi zordarî û bindestkirina jinê kir.
Ma gelo civakek bi vî mejî, wê çawa bi dadmendî, demokratî û awayekî durust li mafê jinan mêze bike?!! 
Eger em bixwezibin pêşketin û şaristaniyê bistînin, divê berî her tiştî em mejiyê xwe ji hemû ezîtiya nêremejîtiyê bişon û jiyana mirovahiyê bi gulên azadiyê bixemlînin, ta jin û mêr bi hev re jiyaneke azad parve bikin û bijîn. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…