Bangek ji Konê Reş

 Konê Reş

 
 
 Ezbenî! Ji ber ku min, li gor hêza xwe, baş kar û xebat di ber kultura
kurdî de kiriye û dikim, ji mafê min e wek vê bangê ji xelkên xwe yê Rojava re
bînim ziman:
 Ez nebawer im ku herêm wek herêma Cizîrê bi her sê deştên xwe ve; Beriya
Mêrdînê, Sinceqa Xelef Axa û Deşta Hesina bi zargotina kurdî ya devikî dewlimend
heye. Dewlimendiya wê li akinciyên wê yên têvel vedigere. Ew akinciyên ku ji
sedên salan ve li ser xaka wê jiyana xwe derbas dikin wek; Milan, Kîkan, Aşîtan,
Hesinan, koçerên Mîran û yên mayî..

Ji dor sed salî ve jî, gelek ji xelkên çiyayê Omeriya, deşta Bişêriyê û Xerza,
Mehcirên Hesena û Heydera û hin ji xelkên Botan li wan zêde bûne. Wan jî,
edebiyata xwe ya devikî, bi xwe re aniye û li zargotina wan zêde kiriye. Di
encamp de Rojava bûye gencîneyek zor dewlimend ji zargotina kurdî re.
 Wek ku diyar e, sal bi sal kalemêr û pîrejinên me, yên ew zargotin di
tûrikê wan de parastiye bardikin.. Nifşê nû jî, di bibin bandora xwendina zimanê
erebî û teknelojiya nû de dûrî edebiyata kurdî ya devikî (Zarotina Kurdî),
dibin.. Ev zargotina ku li hezarê salan vedigere û bi saya wê zimanê me, dîroka
me, hebûn û reseniya me têde kom dibe û kesayetiya mirovê kurd pê tê naskirin..
Roja îro, tiştê ku jê maye bi wan kalemêr û pîrejinan re ye. Ew jî, wek ku min
got, li ser rêka oxirê ne; roj bi roj ji nav me bardikin.. Eger ji niha û pênc
salên hatî ve, em liqata wê edebiyatê di tûrikê wan de nekin, em şaşiyek mezin
di derheqî kesayetiya xwe wek Kurd dikin.
 Roja îro, tev derfet erênî ne; tirsa berê nema ye, ziman serbest e,
pereyên rêxistinan heye û xortên jîr û zane peyda dibin.
 Lê cihê daxê ye ku roja îro dor 30 rêxistin û saziyên siyasî, 15 komeleyên
jinan, 5 yekîtî û hevbendên nivîskaran li Rojava û Qamişlo hene, yekê ji wan di
warê pratîk de danhev û komkirina zargotina kurdî ji xwe re nekiriye kar û
bar..! Tev di diyaloga ku hêk ji mirşîkê ye an mirîşk ji hêkê ye, serî li hev
gêj dikin..! Û xala herî giring ji hebûna me re, di ser guhan re hatiye avêtin..

 Wek bang, bi hêvî me berpirsyarên me serwextî vê yekê bin û di kurtirîn
dem de li ser bisekinin. Dem rehmê nake.. Hem jî, ku nifşê ayinde gazinan ji me
nekin. Min ya xwe got.. Êdî nema nizanin..!
 
 Konê Reş
  Qamişlo, 22.03.2016
  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…