Gotar

Bîranîna 12ê Adarê 2004an(4)*

Mihemed Qasim

Duşem 15ê adarê
Katjimjimêr 7ê roja Şemî li mala (Bavê Newzad) rûniştin li ser daxwaza (Bavê Hêmin) yê kû ji partiya bi rêvebiriya (Ebdirrehman alûcî ye), jibo avakirina komîtekî, da çareserîyekî bikin himber çalakiyên xorta, yê kû tirs jê heye kû berê wê bi keve xirabûnê de bihtir.
Ji ber kû partiya bi rêvebiriya (M.nezîr) ne amade bû, rûniştin hate paşxistin ta roja (duşemê 15 ê adarê) dema sibehê katjimêr 9.

Mistê Henîfê,yê ji partiya bi navê pêşverû, xwest daxwazê xwe bi rêve bibê. kesên din jî himber wî, mane bê deng. hinek partiyan alîkariya wî kirin, hinek partî mane bê deng.
weke mînak, partiyê (Eniyê) pêre hevpişikbûn kû komîtekî ji :
Hesuwê Çep+Ebdirrehmanê Simo+Ebdirrehmanê Sadiq…
Hişyar, yê ji partiya çep , pêşnyarek raber civînê kirk û hesiwê çep bibe endmê komêtê.
Ez vekêşam ji civînê , (Mistê Henîfê) vekişandina min da nasîn çimkû ne ketim komîtê. Min bersiv da, kû ev şirûve ne raste, û komît ne kule ji minre. Belê ne razîme ji rengê kû komît pê hate pêkanîn ,û şêweyê kû civîn jî pê tê gerandin .jê tê nasîn em hatine vir ji were imze bikin bê deng û ray. 
Çendeka li ber min da-dinav wande Hesowê çep- kû bi mînim ;lê ji ber kû bê hêvî bûm, ez nemam.min fêm kir kû karê xwe bi cih kirine ; em amadekirine tenê jibo xwe di pişmede veşêrin,mejî bi xwere bikin pişikdrê biryarê û hew.
Piştî nîvro çome binê konê şehîdan ,(Welîd û Hisên).
di bin konê şehîd (Hisên) gotinek pêşkêşkir bi daxwaza (M.Emîn Se,edûn).
……………………………
*Ji pelgên 12ê Adarê ..
https://www.facebook.com/m.qasim.jezire/posts/941033019308637

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…