Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve

28-30ê Nîsanê
Gteborg-Sweden

Kongireya sêyemîn a Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve di 28-30ê meha Nîsanê de, li bajarê Göteborg(Gothenburg)a Swêdê, lidardikeve.
Em bi vê kongireya xwe ya sêyemîn, dîsa alîgiriya welatê xwe û pişgiriya doza xwe dikin, dîsa. em berbi wateyên giranbuha û kûr; wateyên mirovane û weletparêzane yên nasnameya xwe ve dicin, berbi peyam û rade û taybetmendiyên vê nasnameyê ve, bêyî dudilî, biryara çûyînê didin.
Em carek e din, bi vê kongireyê, alîgiriya hibrê, ximav û diyalogê dikin û em bawer in jî, ji hemî deman bêtir, ku rola me, wek rewşenbîr, rehdaçikandina gotara hişyariyê ye û berfirehkirina bazinên danûstendin û diyalogê û di gel hemî nakokî û cihêwaziyan pejirandina yê din û geşkirina karê hevbeş e.
Em dê wisa bi gavine jixwebawer mûma sêyemîn a Hevgirtinê vêxînin. Em ê hewl bidin ku tiştekî ciwantir pêşkêşî nasname, bûnewerî û mercên hebûna xwe ya li van welatan bikin, da ku em bişên şadî û kêfxweşiya wendayî biafirînin;  şadî û kêfxweşiya ku serdest û dagîrkeran ew ji me dizîne.
Em ê hewl bidin gotinê biafirînin; gotina rewşenbîrane ya ku ji bilî wê çi tiştekî me nîn e. Em ê hewl bidin ku ji wan gotinên spehî qefdên reyhanan bo dîroka xwe, bo xewnên xwe, bo niyaz û arezû û mebest û armancên xwe çêbikin û çanda evînê, hezkirinê û xweşewistiyê biçînin û wê bi hizr û dilsojiyê  avbidin. Çanda evînê, çanda dilpakiyê, ku bi salan e em ji wan bêbêpar in.
Evîn û hezkirin û narîniya hest û ramanan di şûna dexisîn û hevûdû ji holêrakirinê. Hevûdû himbêzkirin û desthejandin di şûna zikreşî û bêbextî û kirêtiyê de.
Bi heman gave, em ê ji dil û can, bi hestdariyeke bêhempa jî  danûstendinê bi şîniyên xwe re bikin; şîniyên me yên nirxdar û giranbuha ku em dixwazin bibin bîranînên me.
Em dê bi dilsojî û destpakî danûstendinê bi kêfxweşiyên xwe re jî bikin û em dê têbikoşin da ku ew xweşî nîşana diweroja ax û neteweya me be.
Em nîşanên vê yekê îro, di Newrozan de, di Newrozvanan de, di salveran de, li deşt û çiyê û li penagehan, di rûdan û bûyeran de, bi çavan, ronak û zelal, dibînin.
Em jî destên xwe dirêjî hemî ronahiyan û hemî xetîreyan dikin, bi mebesta ku giyanên me berbi azadiyê ve bibin.
Cara sêyemîn e ku em hêviya xwe ya narîn û tenik  lidardixînin, mîna ku em wan dastanan, efsaneyan û serpêhatiyên ku me bihîstibûn û dîtibûn, aniha, ji nû ve, wan bibêjin û di wan de bijîn;
Dastan, afsane û çîrokên wî welatê ku ne dûrî me ye, welatê ku ji me ne xerîb e û em jî jê ne xerîb in.
Em ê bi helwestên we, bi dilşadiya we bikaribin xwe xurtir bikin, em ê bi peyv û beşdarbûna we, bi pêşniyaz û xweragirtina we, xweragirin û xwe bigihînin asta ku hêjayî rewşenbîriyê be.
Em Kongireya xwe ya sêyemîn li bin sîwaneya evînê, baweriyê, dostaniyê li dardixînin û doza amadebûna rewşenbîran dikin.
Werin derdên xwe, helwestên xwe, nêrînên xwe, rexneyên xwe li bin vê sîwaneyê bibêjin û binivîsînin.
Werin em rû bi rû hev bibînin û aşkera gazinan ji hev bikin!
Werin, em bi we mezintir dibin û em ê bi beşdariya we ya jibo parastina çand û ziman û wêjeya kurdî serbilindtir bibin jî.
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve
Komîteya Kargêr
23. 03. 2007
Bo têkiliyan:
hevgirtin@rojava.net

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc…

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke…

Xurşîd Ilêwî

Ji bo F. Ebdê

Kekê min,

Min helbesta te xwend,

Û deriyekî ji heriyê di sînga min de vebû,

Û gundê te bi lingên xwe yên tazî derket derve,

Siyên kesên ku çûne li pey xwe dikişandin,

Û berîkek nedîtin ku şirîniya xwe…

Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi dil û can pîroz dikin!..

Xwendevanên delal û hêja, ji xwe hûn zanin ku romana dîrokî, ya bi navê Para Şêr derketîye. Niha li hemî pirtûkxane û li ser platformên înternetê ye:

<p...