Konê Reş
Qamişlo! Di navbera dem û xem de me xwe winda kiriye. Ne kul û derd bi dawî dibin û ne dem bêhinvedanekê dide me û temenê me badilhewa derbas dibe.. Piringên agir jî ji fedya, xwe di nav tiravê de vedişêrin û tîna agirê xwe dinixumînin.. Sal jî, rojên xwe bidar vedike, dezîneya mehên xwe rêz dike û di ser asmanê te re xwe berdide.. Erê Qamişlo, va demsalên sala te bi dawî dibin, hêjî tu wek berê di qontara çiyayê Bagokê de paldayî ye.. Bi xupxupa ava çemê Ceqceq re razayîye û 12 sal di ser adara 2004an re derbas dibe, 5 sal di ser adara 2011an re diqevize..

12 sal derbas bûn wek ku nebûn, kolan ew kolan in, feqîrî û hejarî zêdetir dibe.. Hêjî çûk û çivêkên beriya Mêrdînê bi xemgînî sirûdan dibêjin..