Bîranîna 12ê Adarê 2004an*

Mihemed Qasim

’ Berî leyîstika fotbolê destpê bikê di navbera Gropa Cihad ji Qamişlê, û Grûpa Fitiwwê ji Dêrazorê, kevir werbûn li temaşavana di hundirê leyîstikgehê de ( Mel,ebê). 
Kurd û Ereb berebazkî hevdû bûn piştî vê bûrê. avêtina keviran ji alê kesên Grûpa Fitiwwê ve bûn.
xwe dane nasîn wekû mêldarê Serokê Iraqê (Sedam Husên) re. xeberdane Emrîka,û omelayên wan , Kurdû serokên wan û pêşmerge- li gor axaftinê wan- .
Esker û mixaberatê li Qamişlê, bi zikreşî agir berdan ji tivenga, Kilaşînkova… bi alî kurdan de Ereban çek hilgirtibûn,çi ji kêran û çi ji Demaçan û çi keviran …

Şehîd û brîndar ketin
Piştî mihafizê Hisiça(Selîm Kebbûl) ji esker xwest kû tivinga berdin temaşevanê leyîstikê yên kurd. (Kemal Ni,êmî ) peyivî ji Helebê bi cezîrê re û got:
3 zarok navlinga de mirin li Qamişlê . Koma(alheqîqe wel edale) ser zimanê (Niza Neyûf) got: katjimêr 6ê êvarî li gor dema Parêzê , ne kêmî (22) kesên kurd hatine kuştin. Telîfon di navbera Qamişlî û herdeverê din hatin birîn.
Belê mûbaylên tirkî li ber sînor peyam belav dikirin ((dixwazin ji rêcîma sûrî kû van bûyeran vewjêrê bi rengekî rast û dirust û eşkere)).
Katjimêr 10 li bazarê bûm (sokê) em çend kes ji Grûpa Dêrikê ya çanda Kurdî bûn, me kar dikir jib o herin Qamişlê, pişikdariyê bi kin di vaşartina şehêdên kû bi destê polîsan hatine kuştin. min fokis xwest ji geracê bi telîfonê.
çome ba mamoste Ednanl Beşîr, jêre bêjim. Mihemed Emîn jî li wir bû.-kesekî hat got: dikana bigrin.
Fokis jî giha ber deriyê pitûkxana Cihad. Ber çavê min ket kû cemawerek xwe didin ser hev weke meşekî dikin. min gote foksê niha here heta em bizanibin çi di bê.
Em jî çone nav cemawer ,meşîn bi wanre heta nivîsgeha partiya (Be,s) ya bi rêvebiriya sûrî dikê. xortina kevir avêtin avayîyê.
Min û hinek din jî li wan kirin qîr gotin:na na ne wisa…ev ne bernamica meye. belê kesekî ne nas xwe li binguhê min da , min got belkî bê hemdiye , lê min fêmkir paşî kû bi hemd bû. dixwest kû xort vî karê bikin, li gor vewejartina bûyeran.
Min ev ji emin siysî re jî got, dema ez xwestim û lêkolîn bi minre kir
…………………
*Ji pelgên 12ê Adarê … 
parçê 2ê jî tê
https://www.facebook.com/m.qasim.jezire/posts/938628652882407

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…