Gotar

Roja Cil û Bergên Kurmancî: Şerefo were kume xwe..

Konê Reş

Ezbenî! (Şerefo were kume xwe.. Ev kum, kumê me ye..)
Stranek pesin ji berxwedana gotinê re.. Stranek evînê ji vê rojê re.. Silav û stranek pesin ji vê qonaxê re.. Ji ilim û zanînê re, ji hezkirin û mirovahiyê re, ji pesin û qenciyê re.. Ji evînê re.. Evîna ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e, ji hezkirina jin, zarok û welat bi hêztir e.. Evîna ku me ji şînê diparêze, geşbîniyê di hinavê me de diçîne.. Erê, gotin ronahiye û siya evînê gotine..

Bi helkeftina roja cil û bergên kurmancî, di vê buhara rengîn de mirov dikare her tiştî bike û dest bi her gotinê bike.. Li ber dergehê vê rojê, vê qonaxa nû, werin em bi hev re stranek evînê bibêjin, bi hev re bilivin, bi pêş de herin û di bin tava heyva vê adarê de govend û dîlanê, bi cil û bergên kurmancî bigerînin.. Û bi dengekî bilind bibêjin; (Şerefo were kume xwe.. Ev kum, kumê me ye..)

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…