Kevintirîn xwendevanê Kovara HAWARê Erefatê Brehîmê Ezem koç barkir

Ji ber ku ew kesekî welatperwer bû. ji zimanê kurdî û gelê xwe hez dikir, xwedê xwest ku koçkirina wî  jî di rojek dîrokî de be .
Di sibiha roja newrozê 2007 , demjimêr 8 , Li Tirbespiyê, mamê EREFATÊ   BIRAHÎMÊ   EZEM, ji nav me koç barkir.
Mamê EREFAT di 1917an de li gundê (DÊR EMERÊ ), li kurdistana bakur ji dayik bûye, piştî şoreşa ŞÊX  SEÎD , koçber bûye, li TIRBESPIYÊ bi cî bûye, piştre bûye yek ji endamên PARTÎ A DÎMOQRATA KURD Li SÛRIYÊ.
Ta roja dawiwiyê ji temenê xwe, ew dilxwazê doza gelê xwe bû, bang û gaziya yekîtiya tevger û gelê xwe dikir.
  Bi navê desteya weşana Newroz, em serxweşiyê ji malbata wî re dikin ,û dilovaniyê ji giyanê wî yê  pak re ji xwedê  dixwazin, bila cihê wî buhuşt be!.
Ji bo pêşkêşkirina behiya  :
  Kurê wî: M.SELÎM     093383779
Neviyê wî:BERZAN   093525192 
Desteya weşana NEWROZ
22/03/2007 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Civak û pêkhateyên Sûriyeyê bi dab û kevneşopiyên kevn yên qenc û kirêt gelekî dewlemend in. Wek hemû gelên din, ji nifşên berî xwe van dab û adetên xwe wergirtine; çi yên baş û çi yên nebaş. Lê bi pêşketinê re, divê dab û adetên herî qenc…

Ebdilbaqî Elî

Di roja şemiya 8ê Mijdara 2025an de serokȇ demkȋ yȇ Sȗriya Ehmed EL-Şer’e bi seredaneke fermȋ gihiște paytexta Emerîkayê ȗ ji bal serokȇ wȋ welatȋ ve hate pȇșwazȋ kirin.

Serok Ehmed EL-Şer’e yȇ ku dibe yekem serokȇ sȗriya ku ji serxwebûna welat ve di sala 1946 de bi seredaneke…

Xurşîd Ilêwî

Ji bo F. Ebdê

Kekê min,

Min helbesta te xwend,

Û deriyekî ji heriyê di sînga min de vebû,

Û gundê te bi lingên xwe yên tazî derket derve,

Siyên kesên ku çûne li pey xwe dikişandin,

Û berîkek nedîtin ku şirîniya xwe…

Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi dil û can pîroz dikin!..

Xwendevanên delal û hêja, ji xwe hûn zanin ku romana dîrokî, ya bi navê Para Şêr derketîye. Niha li hemî pirtûkxane û li ser platformên înternetê ye:

<p...