Sersaxiya hêja Mamoste Mihemed Alî Heso!

Malbata hêja Mihemed Elî Heso – Bavê Heval !
Tevahiya miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê !

Bidilekî xemgîn û bi êş û jan me nûçeya koçbarkirina birayê mezinê hêja mamosta , welatparêz , kurdperwer ,têkoşer, helestvan , şîretvan , dilvireh; Birêz Mihemed Alî Heso – Bavê Heval bihîst. Stûneke bingehî li Rojavayê Kurdistanê rûxa û valahîkî mezin di tevgerê hişt , ji ber niştimanperweriya wî jiyana wî bû  ji roja damezrandina Partî heta roja koçbarkirina wî .

Em beşdarî xem û êş û jana we ya dijwar dibim.
Omêdewarin ku rojên wisa tal û nexweş dûrî malbata wî û miletê mebe .
Sed rehmet li giyana wînî  pîroz be.
Hezar gul , nêrgiz û sosinên Amûdê li gora wînî pîroz be .
Bela serê miletê Kurd û malbata wî sax be .

Hoşeng Osman Sebrî
Bahayê Miftî
Zinar Şêxmûs
Elmanya      4.3.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…