Kurmanc, Kurdmanc an Kurd?!

 Konê Reş

 Piştî tofana Nûh Pêxember, mirov li herêma Botan anko Mezra Botan; bajarê Şernex û Cizîra Mîr Şeref de bi cih bûne. Di pişt re di cîhanê de belav bûne. Dibêjin dema keştiya Nûh pêxember ji Eynsifnê destpê kiriye û li ser çiyayê Cûdî sekiniye, nav li çiyayê Cûdî hatiye kirin û gotine (Cî dî), anko keştiya Nûh Pêxember cihek ji xwe re dît. Di Qurana pîroz de jî hatiye: (We estewet e`lell Cûdî), anko keştiya Nûh pêxember li ser çiyayê Cûdî sekinîye. Jixwe dibêjin ku peyva Mezopotamya ji heyamê Yûnan û Romanan de ji Mezra Botan hatiye girtin.!

Hem jî di nav Kurdan de belave û dibêjin; di heyamê tofanê de, dema keştiya Nûh di ser çiyayê Şingalê re derabs bûye, li çiyayê Şingalê ketiye û konek têde hatiye vekirin. Marê reş xwe kiriye gulofîtek û ew kon girtiye. Û dibêjin ku kevokê bi nikilkê xwe, şaxek ji dara zeytûnan, wek mizgînî ku nêzîkî bejayê bûne, ji çiyayê Cûdî ji Nûh pêxember re aniye û ji wê hinge ve kevok û şaxikê zeytûnê bûne sembola aşîtiyê!. 
Dibêjin jî ku, navê Nûh pêxember ji gotina (Nû) ya kurdî hatiye, bi wateye nûbûnê. Ji ber ku dinya di wê hingê de ji nû ve hatiye ava kirin. Dema ku Nûh û her heştê hevalên xwe, li ser çiyayê Cûdî ji keştiya xwe daketine, ji xwe re di quntara çiyayê Cûdî de gundek bi navê Heştêyan ava kirine. Ew gund ta roja îro jî di pala çiyayê Cûdî de ye. Xuyaye ku di pey gundê Heştêyan re, bajarê Şernexê hatiye avakirin û jêre gotine Şarê Nûh anko bajarê Nûh an şarê Nû. Bi dirêjiya demê û pirbûna mirovan re xelk ji herêma Botan derketine û li dinyayê belav bûne û weha kurdmanc li cihê xwe, herêma Botan mane û ji wan re hatiye gotin Kurdmanc, anko (Kurd Man li Cî). baweriya min de bajarê Cizîra Botan ji kurdan re mîna bajarê Mekke ye ji Ereban re. Zimanê wê jî ji kurdan re mîna zimanê Qureyşiyan ji ereban re ye.
 
Mîr Celadet Bedirxan jî, di tev nivîsên xwe de peyva (Kurdmanc) bi wateya Kurd bikar aniye û wek ku diyare peyva (Kurmanc), navê Kurda ye. Belê ev peyv ji kengî ve di civaka me de hatiye bikar anîn û ji kîjan çînê re tê gotin.? Ta niha ne eşkere ye. Bi tenê em zanin, ji çînek civakê re tê gotin, ew çîna xwedî xak, kar û pîş, ew çîna gundî ya hejar û feqîr re tê gotin. Ji çiyayê Efrînê re jî tê gotin; Çiyayê Kurmênc, anko çiyayê Kurdan.
Kevintirîn belge li dor vê yekê, helbestek melayê Cizîrî ye, dema dibêje:
Mîr û Kurmanc li holan qederek westane
Lê di nîvê bi hev û tîpê ereb hatine ceng
Piştî wî bi dor 70 salî. Ehmedê Xanî jî, ev peyv bi wateya (KURD) bikar aniye, dema dibêje:
Ev Rom û Ecem bi wan hesarin
Kurmanc hemî li çar kenarin
Herdu terefan qebîlê Kurmanc
Bo tîrê qeza kirine amanc..
Hem jî dibêje:
Kurmanc im û Kohî û Kinarî
Van çend xeberêt Kurdewarî..
Belê di baweriya min de, dema ku Mîr Celadet Bedirxan peyva Kurdmanc di Hawara xwe de
 bikar aniye, wî zanî bû û ji xwe bawer bû. Erê wî bi wateya KURD bi kar aniye. Mane em gelek caran ji hev re dibêjin; Bi kurt kurmancî. 
Û ez bi xêr û hûn bi selametî
Konê Reş, Qamişlo, 02.02.2016

Nîşe:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...