Newroza Kewke li Hesekê

Mehmûd Badilî
 
Newroz Kewke li Hesekê bi geşî derbasbû lê dema vegerê kevir li xelkên me ji hêla xwedîyên dizî û kirêtîyan hat barandin, ber bi êvarê nêzîkî gêroka Salihîyê û li ber çavê polîs û hêzên ewlekar
, ereb li ser dirêjaya rê rêzbibûn, kevir hilgirtin û avêtin tirembêlan, du – sê – çar kes serê wan şikest û birîndarbûn û xortek ji tirumbêlê hat xwar û destê wî şikest.
ev tiştê ha tev bû bêyî ku hêza ewlekar û polîs ji cihê xwe bilive, wan jî wek her kesê pîs û şofînist temaşe dikirin ji dêvla ku bi stûbariya xwe rabin di ber parastin û bi xêr vegera hemwelatiyan de ji newrozê.

xuya dike eve welatê sûrî tu caran pêşve naçe, û taku bi ev mejîyê ha danûstandinê bi xelkê xwe re bike ewê li paş be û bayê azadî û demoqratîyê lê ranabe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…