Nazlî Xelîl (Diya Fûad) jinek ji welatê min e

 Konê Reş

Tevî jiyana gundîtiyê, cehalet, nexwendin û perîşaniya ku civaka kurdên Beriya Mêrdînê têre derbas dibû û dibe, Jina kurd li kêleka merê Kurd berxwedanek bê rawestan derbas kiriye û dike. Wê, ew qonaxên cetin û dijwar, bi wefadarî û serketin li pişt xwe hiştine.. Wiha jî li gor pêşketinên demê û teknelojiya nû, salên kevin yên cehalet û nezaniyê bi zanînê guhertin.
Raste wek ku hatiye gotin (Jin nîvê civakê ye), lê tevî ku civaka me kurdan seqet bû, civakek ne azad û serbet bû, di bin destê dagîrkeran de dinaliya, wê jinê beşdariya zilamê xwe di tev warên jiyana rojane de dikir, wiha jî gelekan ji wan jinan, di gelek waran de nav û deng bi van xisletan daye wek: Merdî, mêranî, zanîn û huşmendî, wefadarî, deyax û cangorî.

Belê sebaretî malbata Reşîd Abdulmecîd û kebaniya wî Nazlî Xelîl, ya ku bi navê (Diya Fûad) tê naskirin, ji van yekan tevan bi cuda ye. Cudabûna wê ku guhdana wê bi rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û dengbêjên gelê wê heye.
Ma kî ji çîna rewşenbîr, helbestvan û hunermend di nav kurdên Sûriyê de heye û Diya Fûad (Nazlî Xelîl) û rêhevalê jiyanê wê Reşîd Abdulmecîd nas nake?
Ev jina kurd ya ku hezker, piştgir û alîkara nivîskar, helbestvan û hunermen û welatparêzê kurda ye. Her wiha alîkar û piştgirek bû ji qutabiyên kurdan re di zankoya Helebê de.

 
Diya Fûad jinek ji terzê xêrxwaz, mirovhez û welatperwer e. Wek ku min gotiye, gelek jinên kurd bi xisletên mêraniyê, merdiyê û serokhoziyê hatine naskirin, lê Diya Fûad ji wan cuda ye. Wê bi hezkirina xwe ji hunermend, helbestvan û nivîskarên kurdan re nav û dengê xwe belav kiriye. Mala wê li Helebê xweş hêlîn bû ji wan re û di serê tevan de seydayê Cegerxwîn, Hamid Bedirxan, Reşîd Hemo, Mehmûd Ezîz û yên mayî..
Di destpêka salên 1990î de, dema ku nivîskar û helbestvanên kurd ji Ermenistanê hatin nav kurdên Sûriyê, mala wê li Helebê xweş senter bû ji wan re. Ji kesan ku lê bûne mêvan û alîkariya wan kiriye: Qenatê Kurdo, Eskerê Buyik, Tosinê Reşîd, Tîmor Xelîl, Eliyê Abdulrehman û gelekên din..
Di serdanek wê de, berî çend salan ji bajarê Qamişlo re, ez ligel çûm serdana gora Seydayê Cegerxwîn. Dema ku em derbasî ser gora Seyda bûn, wek yekê ku bi sir bikeve, dest pê kir û helbestên Cegerwîn gotin:
Cegerxwîn im ji van derda, li meydanê xwe zû berda, di nav bahoz û bagirda..  Û pêde çû û got: Min ji bo we gelek tişt, min dîwan û hin bivişt, gul ji avê bûye mişt.. Ez nizanim çi bêjim?! Û ji min fitilî û got: Konê Reş! Ez jî nizanim çi bêjim.. 
 
Piştî kirîza Sûriyê, diya Fûad jî, wek gelek xelkên Sûriyê ji neçarî koçberî welatê Swêdê bûye, jiyana xwe bi kul û xem, di nav hisreta Efrîn û Helebê de derbas dike. Belê xema wê ya mezin ku careke din Efrînê bibîne û dûrî Efrîn koça dawî neke.. Li gor ku ez agahdarim ew di rewşek derûnî ya nexweş de derbas dibe..
Nazlî Xelîl (Diya Fûad), di sala 1938an de li Efrînê, çêbûye.
Ez temenekî dirêj di xweşiyê de jêre hevî dikim.
Hêjaye gotinê, piştî kockirina helbestvanê navdar Hamid Bedirxan, wê tev berhemên wî li ser hesabê xwe bi Erebî û Kurdî çap kirin û belaş li xelkê belav kirin.
Dawî bi dengekî bilind dibêjim; Nazlî Xelîl (Diya Fûad) jinek ji welatê min e.

Konê Reş, Qamişlo, 05.02.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...