Tî yê ew ê

Nizar Yosif

Şermê vedide çaxê ko tê   
Ji çend ruman bilindtire 
Şewişandim siha ewê  
Şepaliyên evî warî tev çilmisîn

Çewisîn ji wê rewşena ko jê di pekê
Ji qadên hisnê
Ez jê re peyamek evînîbîm
Zû qemandim
Sivik çûm li ber bayê wê
Di ser de dilop kir rewa nem ê
Ji zêra bîn di çilvilin dilopên wê
Di dêman re bi ser min de di xindirin
Zulf ji wan re bîne rê
Cama ceger ê disotiya hilweşandin
Hestan ji peyvên gulgulî û seyr barkirin
Di rayên min re ketine rê
Şûşe ya dil germa gotinan derizand
Bê hiş kirim xwendina lêvên lewendê
Hevokên dev buharîbîn
Ji xweşiyên buhişta Eden ê
Zergeşbî bînahî li min
Tî yê kaniya ava kewserê.
12.12.15

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…