Rûpelekî Windayî ji Nelihevkirina Axayên Beriya Mêrdînê (Çendî Îro Mîna Doh e)

Konê Reş

Şevên zivistanê dirêjin, ez jî şevê din wek Cihûyan li kaxetên xwe yên kevin geriyam. Di nav wan de çav bi çend çavpêketinên xwe yên ku berî 25 salan, li ser dawxaza Prof Dr. Celîlê Celîl min bi çend kelemêran re kiribû dîtin. Yek ji wan kalemêran Hecî Hesen (Bozo), mixtarê gundê Tûkê bû, yek kirîvê min Hesenkê Bavfilleh bû û yek apê min Silêmanê Xelîl (Silo) bû. Van hersê rehmetiyan çîroka civîna Axayan li gundê Bilêqiyê, kêm zêde wiha ji min re gotin:

 Di bihara 1928an de, li ser daxwaza mezinên Kurdan ji bo kurtîtiyê û alîkariya kurdên çiyayê Araratê bi Tirkan re (Di baweriya min de, ev mezinên kurdan /Komeleya Xoybûn/ bû û serhildan ya Ceneral Îshan Nûrî Paşa bû), Axayên Binxetê û Serxetê li gundê Bilêqiyê, bi rêveberiya Ûsivê Qaso axayê eşîra Bûbilana civiyan. (Hingî gundê Bilêqiyê di bin destê axayê Bûbilana Ûsivê Qaso de bû). Civîn li mala Simê Hesenkê ku ew yek ji axayên eşîra Milan bû, pêk hatibû.
 Ji Axayên ku di wê civînê de beşdar bibûn: Evdiyê Xelo Axayê Mêrsîna, Îbrahîmê Mehmûd Axayê Temika, Şakirê Mihê Axayê Koçeka, Ehmedê Silêman Axayê Omeriya (Hingî ji ber Tirkan revya bû, li gundê Niqare bû), Emînê Ehmedê Perîxanê Axayê Rema (Hingî ew jî ji ber Tirkan revya bû xwe li gundê Dugirê, malbata Ebês girtibû û yek ji damezrênerê komela Xoybûn bû), Hesenê Haco Axayê Hevêrka (Bavê wî Haco jî, yek ji damezrênerê komela Xoybûn bû), Silêmanê Ebês Axayê Dorika, Silêmanê Zerokê mixtarê gundê Hermê Şêxo.. û çend navdarên eşîra Bûbilana wek; Xelefê Gedo, Silê Neyo, Begendiyê mala Evdile, Ehmedê Evdo û gelekên din..
Civîna wan li gor biryara Komela Xoybûnê bû ku, herêma xwe ya ku di navbera  Nisêbîn û Darê ta bi Mêrdînê jî, ji destê Tirkan rizgar bikin û xeta tirêna Almanî ya ku çek û artêşa hikûmeta Tirkiyê di ser re derbasî şerqê (Kurdistanê) dibû xera bikin û herdû pirên tirênê li Çûva û Zorava biherifînin, ku Tirk êdî nema karibin derbasî şerqê bibin..
Û di encam de, şer ji ser şervanên Araratê sivik bibe..
Lê sed mixabin civîn bê encam derket; eşîrtiyê, dubendiyê û berberiyê rola xwe lîst û negîhan ti encamên berketî bi hev re. Dawî ji hev belav bûn, bi hêviya ku careke din li hev bicivin.. Û careke din li hev neciviyan.. û hûn zanin bê çi pey re çêbû..
Ezbenî! Çendî Îro Mîna Doh e.

Qamişlo, 19.01.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…