Di 111 Saliya Rojbûna Apo Osman Sebrî de, Girtin û Zindankirinên wî

Konê Reş

Bi damezirandina Al-Partî (P.D.K.S) re, di nav Kurdên Sûriyê de, şiyarbûn û zanînê serê xwe rakirin. Kurdan doza mafên xwe yê netewî û rewşenbîrî kirin.. Lê ew daxwaz û armancên ku Kurdan dixwestin li gor hawê hikûmetên Erebî li Sûriyê nedihatin, vêca dest bi şerê Kurdan kirin, nemaze ew kesên ku Al-Partî damezirandinbûn û yên ku endamên wê bûn. Hikûmetê dest bi girtina wan kir û di serê wan de Apo Osman Sebrî û hevalên xwe bû.
 Evin, ew çend carên ku Apo Osman Sebrî di gel hevalên xwe, ji rex hikûmetê ve hatine girtin:

1 – Roja 15/08/1960î, di vê rojê de Osman Sebrî û Dr. Nûreddîn Zaza di gel çil û heşt /48/ endamên Partî hatine girtin û li zindana Helebê û ya Mezê li Şamê mane ta roja 02/02/ 1962an.
2 – Di sala 1963an de Osman Sebrî ji ber hikûmetê revîya çû Libnanê û çend heyvan li wir maye.
3 – Di roja 21/05/1964an de careke din ew û kurê xwe Hoşeng li Helebê hatine girtin di gel çend hevalên din û di zinadanê de mane ta bi dawiya sala 1965an.
4 – Di dawiya sala 1965an de, nû ji zinadanê derketibû, lê careke din li Dêra Zorê hatiye girtin û çend heyvan li zindana wê jî maye.
5 – Di sala 1967an de dema ji zindanê derketiye hikûmetê ew surgûnî bajarê/ Siwêda/ kirine. Ew bajarê ku li başûrê Sûriyê dikeve û pirraniya xelkên wê Durzî ne.
6 – Di sala 1969an de, dadegeha dewletê biryar daye ku Osman Sebrî bi du salan zindan bike..
Lê wî xwe ji Sûriyê daye alî û di Tirkiyê re derketiye.. Li Tirkiyê dûm nekiriye, piştî du heyvan zîvirîye Sûriyê, çend heyvan veşartî maye û dawî hatiye girtin û di zindana /Qellhe/ de li Şamê maye ta sala 1970an. Di vê girtinê de du avûkatan xwestine di dadgehê de bervedêriya wî bikin, lê ew bi wê bervedêriya wan razî nebûye.. Piştî ku hikmê xwe qedandiye û derketiye li mala xwe a li Şama Şerîf, taxa Kurdan rûniştiye û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye..
Û wiha Apo Osman Sebrî 18 caran hatiye girtin û zindan kirin, du caran li Tirkiyê, du caran li Libnanê, du caran li Îraqê û 12 caran li Sûriyê û çendîn car jî li Sûriyê hatiye surgûn kirin..
Li ser girtin û zindankirnên xwe wiha bersiva nivîskar Firat Cewerî di kovara  Hêvî, hejmara 7an, payîza 1990î de daye:
(Em di bin destên xelkê de bûn. Gava ku merivek 52 salî be û 18 caran têkeve hepsê, dê çi têde bimîne? Ez 18 caran ketime hepsê.. Carekê hakimekî Ereb ji min re got: (Ev cara çendan e ku tu dikevî hepsê?) Min got: ev cara min ya 17an e. Hingê ez tenê 17 caran hatibûm girtin. Hakimê ereb got: (Xwedê mala te xera bike..). Min got, bela Xwedê mala we xerab bike. Lawo! Kengî min hatiye li deriyên hepsên we xistine, min gotiye mala min tune ye, cih bidine min..? Hun tên min digirin û davêjin hepsê û di ser de jî mala min xerab bibe! Bela mala we xerab bibe! Gava ku min ev gotin kirin mêrik keniya…)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…