SALA 2015 AN


Vejîna Kurd
 
Bihna te ya qirêj..
û cilên te
    yên bi xem û kovanan
                       perspankirî
 hîn li bîra min tên.. 
de here…
zû here…

Erêêêêê…
zanim.. tu hestiyên temenê min
                                             dihêrî..
 û gulên meraqên min
                      diçelmisînî.. 
lê divê tu bi lez herî.

Ey hişyarvanê derdan!!
 Ezê te
 li goristana bîranînan
      binax bikim.. 
ezê kêlikekê
li ber serê te
     deynim
û navê te
 li ser binivisînim: Sala 2015.
Ezê çîçekekê jî
li ser gora te
      biçînim
tu dizanî çima?!!
Ji ber ku 
li despêka buhara xwe de
  te gul û bilbilek
       li hev civandin.
Dûv re..
ezê xwe bavêjim
       hembêza 2016an     
belkî ew min biparêze
      ji pir derd û êşan…

31/12/2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...