Ez Sersala Mîrzade Sînemxan Bedirxan Pîroz dikim

Konê Reş

Mîrzade Sînemxan Bedirxan kî ye? 
Ew neviya mîrê Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî ye, yê ku di sala 1802 an de li Cizîrê çê bûye û sala 1868 an di sirgûniyê de, li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mîr Bedirxan ê ku di tîrmeha 1847 an de ji Cizîrê hatiye bi dûr xistin û tev jiyana xwe, tevî zarok û neviyê xwe di sirgûniyê de winda kiriye. Tevî ku mîr Bedirxan bi hisreta axa Cizîra Botan bû, lê siltanê Osmaniyan rê nedidayê ku vegere Botan, ne ew û ne zarokên wî..

Belê Sinamxan Neviya kurê Mîr Bedirxan, Emîn Alî paşa ye, yê ku di sala 1851 an de li Stenbolê çêbûye û di sala 1926an de, li welatê Misrê, bajarê Qahîre miriye. Bavê Sînemxan, Mîr Celadet Alî Bedirxan e, yê ku di sala 1893an, di sirgûniyê de, li Stenbolê, çêbûye û sala 1951ê li Şamê miriye.. Diya wê, Rewşen xanim Bedirxan e, a ku di sala 1909an de li Qeyserî çêbûye û di sala 1992 an de li Sûriye, bajarê Banyasê miriye. Rewşen xanim, yekemîn jina kurd e ku bi kurdiya latînî di kovara Hawarê de nivîsandiye.
Sînemxan Celadet Bedirxan, di roja 21ê adara 1938 an de li Şamê çêbûye, ji ber zewacê, xwendina xwe di hiqûqê de nebiriye serî û di roja 22 meha tebaxa 1959 an de bi nivîskarê kurd Salah Sadellah re zewiciye. Bi salan mala wan li Bexdayê, hem jî li Kerkûkê maye. Li Bexdayê, di bingeha Neteweyên Yekbûyî de İnternationall Schoolê mamostetiya zimanê Fransizî kiriye, û li Kerkûkê beşdrî di avakirina hevgirtina jinên kurdistanê de kiriye, niha malnîşin e (teqawit e).  Bi çend zimanên biyanî dizane wek: Erebî, Îngîlîzî, Fransizî, Almanî û Tirkî, lê zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wê ye. Du zarokên wan hene; Azad û Dilnaz, Azad endezyar e wek bavê xwe, niha li Qeter dimîne. Dilnaz, li Parîsê dimîne. ji berî dor sê salan ve mala wan ji Bexdayê hatibû Hewlêrê, niha jî ew li Hewlêrê dimîne.
Erê birano! Ma ku ez û we cejna sala nû 2016 lê pîroz nekin, wê kî cejna wê pîroz bike..? Ev wêne berî şend rojan jêre hatiye kişandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî
Bi xemgîniyeke giran, vê sibehê, Nûsîngeha Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, nûçeya koçkirina dawî ya helbestvanê Kurd Ehmedê Huseynî bihîst, ku li nexweşxaneyke welatê Siwêdê canê xwe ji dest da.
Helbestvan Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanan bû, yên ku bi zimanê Kurdî helbesta nûjen nivîsîne, panzdeh dîwanên…

Mislim Şêx Hesen

Di kurahiyên dîrokê de diyar dibe ku rêbertiyên rastgo û vekirî, yên ku bi xelk û hemwelatiyên xwe re rast in, karîne bi wê rastiyê gel û welatên xwe bigihînin astên herî bilind û pêşketî. Lê gava ku rêveber an berpirsyar guh nede nêrîn û pêşniyarên civakê û gel,…

Hozanê Girkundê
Efrîn xedenga di dilê welatê min
Ey bihna sînga bûharê
Dildara êşa zytûnê
Vaya dîsa berê min li te ye
Ez ê ji nûve te himbêz bikim
Û kela hez kirina xwe
Di sînga te de birjînim ez ê
Çavên xwe
bi xweşikbûna te kil bikim
Û destên xwe bi axa te
Bişom!
Ji nûve ez ê buxçika bîranîn vekim
Li bin sîya darên te
Ez ê…

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…