Kurdên bakur çi bikin baş e

Qado Şêrîn

Tahir Elçî bi çi guleyê hatibe kuştin encam yek e. Helbet wê gelek cuwamêrên din bi guleyên nenas ên kujerên nenas bên kuştin, taku kurd nebin xwedî dewlet.
Tê gotin ku Selahedîn Demirtaş di merasîma veşartina Tahir Elçî de gotiye: “ne dewletê, bê dewletiyê ew kuşt“. Em jî vê axaftinê wek guhertin di helwesta S.D de dibînin, çimkî şopînerên partiya HDP û S.D helwestek wiha jê nedîne, û di bername û wexta hilbijartinan de S.D qala dewlet û dewletbûna kurdan nekir, belkû di dîroka xwe ya siyasî de jî fermî qala dewletbûna kurdan li Tirkiyeyê nekiriye.

 Bêtir partiya S.D  dûrî fikra neteweyî û mafê gelê kurd di dewletbûnê deye, gelek nimûne hene, lê baştirîn nimûne helwesta Xetîb Dicle ye, wexta gotibû: “me fikra dewleta kurdî avêtiye teneka zibil“. Siyaseta HDP(Pkk) di derbarê dewletbûn û mafê gelê kurd e şaş e, belkû tenê silogan û çawayîna serkeftiyên kesan û partiyê yên wextikî nin, ne zêdetir, çimkî kurd û tirk ne wek hev in, dewleta tirkan heye ya kurdan tune, bila dewleta kurdan jî çê bibe di dûv re emê wek cîran û wek bira û wek hev bijîn, neku kurd bindest û kole bin, û dê wek hev bijîn, û partiyên hevbeş ji hemû gelan birêve bibin, taku kurd wind di nav wan gelan de winda bibin. Ji ber bê dewletbûnê yên herî ziyanê ji vê sistemê dibînin dîsa kurd in, aqil jî wê qebûl nake.
Pkk bi zanebûn û pilan gelê kurd dûrî neteweya wî dixîne, û taku gelê kurd bi şêweyekî nû li dûrî şerê çekdarî doza mafê xwe yê neteweyî û rewa neke, wê tiştekî bidest nexîne û wê bêtir winda, bê kesayetî û bê biryar be. Pkk bi devê tivingê û siloganan ecindeyên xwe li ser bakur ferz dike, lê bi texmîna me wê gelê kurd di nêzîktirîn wext de agahdar bibe û wê li pirsa xwe ya neteweyî vegere û hestê biratî û kurdayetiyê ji nû ve vejîne. Bi texmîna me şûndevegerîna Hdp di hilbijartinên dawî de encama wê siyaseta ne zelal a di derbarê mafê gelê kurd û çarenûsa wî de bû.
Hin rêberên Pkk wek Cemîl Bayiq naxwazin şer raweste û gelê kurd bi şêweyên şaristanî û li gor evê serdemê doza mafê xwe bike. Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCK) Cemîl Bayik di daxuyaniyekê de ragihand; “Abdullah Ocalan nikare biryara çekdanîn yan nedanîna PKKê bide“. Pkk ye ya ku kurd li cîhanê xistin lîsta terorê.
Xebata aştiyane dijwartire ji ya çekdarî, her kes dikare tivingê rake û şer bike, hin caran wê bi xwe de jî biteqîne û belkû carinan zarokên xwe jî bikuje, lê ne her kes dikare xebata aştiyane bike û birêve bibe, çimkî aqilmend bi tenê dikarin wê xebatê bimeşînin. Di dîrokê de jî hatiye nasîn ku leşkeran tim û tim kuştin û wêranî kirine, lê di dûv re aqilmendan xêrxwazî, aştî, li hev hatin û ava kirin kirine.
Bi texmîna me, eger kurdên bakurê Kurdistanê pişta xwe bidin şerê çekdarî û dest bi şerê aştiyane bikin, destvala û bi alên spî dakevin kolanan û xwepêşandanên aştiyane birêve bibin, wê bêtir ji şerê çekdarî encam û mafan bidestxînin.
Tirkiye di bin çavdêriya Europa û cîhanê deye, her wiha rêxistinên mafê mirovan û medya cîhanî dikarin wek çavdêr amade bin, eger kurd rojane, na heftane, belkû mehane dakevin kolanan û xwepêşandanên aştiyane, hema hema li hemû gund û bajarên bakurê Kurdistanê birêve bibin, bi texmîna me di wextek kurt de, bêtir ji 37 salên şer wê encamên baş û mafên baş bidestxînin. Di 37 salan de Pkk nikarîbû gundekî rizgar bike, lê wê xwepêşandanên aştiyane hin ecamên baş bidest bixin û hin jî wê wan kolanên ku wê lê bimeşin rizgar bikin, wê bêtir dostên kurdan çê bibin, her wiha wê bêtir pişta kurdan ji aliyê gelek dewletan ve bê girtin, û wê kurd ji lîsta terorê derkevin.
Mirov bi hezarên salan şer bike, wê li dawiya dawî li aştiyê vegerin. Jixwe mirov ji bo aştiyê şer dikin, û bi texmîna me di berjewendiya gelê kurd li bakurê Kurdistanê deye ku kar û xebata sivîl û aştiyane bimeşîne.
Li dawî, hêviya min ji partiyên Kurdistanî yên dewleta kurdî dixwazin, di zîtirîn wext de kongireya neteweyî saz bikin, nûnerên gelê kurd ên mîna parlemanekî bên destnîşan kirin, daku hêviya gelê kurd mezin û geş bibe. Deng û helwesta kurdan yek be, bighînin hemû cîhanê, wê wextê wê bêtir bê qebûl kirin û bêtir karibin li cîhanê nûnertiya xwe bikin û tevbigerin.
30/11/2015
Hollenda

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…

Ebdûlazîz Qasim

Piştî derbasbûna nêzîkî yazdeh mehan li ser rûxandina rêjîma Be’is li Sûriyê û hatina HTŞ li ser desthilata Sûriyê, wisa diyar dibe ku wê hîç niyazek erênî li hember çareserkirina pirsgirêka Kurdî nîne, û herwiha ku bi heman zihniyeta rêjîma berê dixebite û siyaseta li dijî gelê Kurd xudan dike…

Şukrî Şêx Nebî

te nedizanîbû..

Ku tu ..

piyala meya jiyanê bû ..!

mertala şewşenê

hember bêbextîyê bû

te nedizaîbû..

Jiyan bi te re

tam..

felat û welatek bû..?!

vê helwestê

vê helbestê

bi baskên hacîreşkan re

ma qey..

<p style="text-align:...