Hawara Jinên Azadîxwez

Vejîna Kurd 

Şiyan û kanîna jinê, hemû nêrîn û ramanên ku jin wek rizayendeke kêm di civakê de destnîşan kirine li erdê dixin.. Jina ku ji destpêka dîrokê de li rex mêran karûbarên civakê rakirine, kane bi hemû stubariyên xwe bi serkeftî rabe. Lê gava jin berevaniya hebûn, azadî û mirovatiya xwe dike û doza mafên xwe yên rewa dike, ew nayê wateya ku ew mêran gunehkar, yan jî rêzê li rola wan nagire û ji paya wan kêm dike. Berûvajî wê, jina zana û têgihîştî, ji mêran re, li dijî zordariyên li ser jînê alîkar e, ji ber ku rola wê di pêşketina mirov, malbat û civakê de zor girîng e

Jin hêlûna berdewamiya mirovahiyê ye, û di hembêza wê de, gava yekem ji avakirina kesayetiya nifşan dest pê dibe. Lê mixabin, di çerxa bîst û yekê de, hîn di hin civakan de, jin ji zordarî, serweriya nêremejî û nezanînê dinale.
Jin li rex mêran rewşên aborî yên gelek xirab diborîne, û pir caran dighê asta xizaniyek dijwar. Ew jî bandora xwe ya neyînî li rewşa jinê ya civakî û çandî dike, û dibe sedema paşdemayîna wê jî. Li aliyekî din, nexweşiyên civakî yên ku cihê xwe di nav civaka me de girtine, û pir zor e jî ku bi hêsanî werin rakirin, ew jî bandora xwe li derûniya jinê dike, û doza wekheviya di navbera mêr û jinê, ku tê kirin, wê bi paş dixîne.
Ji ber wê jî, xweavakirina jinê di warê aborî de, xwerizgarkirina wê ji wan nexweşiyên civakî, gava yekem û durust e ji vê pirsgirêkê re.
Jin nîvê civakê ye, û çênabe ku ew nîv ji aliyê serweriya mêran de were pûçkirin, û li aliyê din, divê jin jî bi wê nêrînê li xwe mêze neke û nepejirîne, divê ew asta xwe ya zanîn û rewşenbîriyê bilind bike.
tevlî ku di van salên dawî de, jinê di pir waran de gavine baş avêtine, lê hîn pir malbat xwe ji nexweşiyên civakî rizgar nekirine, ew jî cihê mixabîniyê ye. Ji ber wê jî, pêwîst e, ku bendewarî bi alîkariya jinan hebe. 
Çanda nêremejitiyê ku gelek cure û şêweyên zordariyê li dijî jinan bi kar tîne, divê ew ji nav civakê rabe. Ew yek ji avakirin û pêşketina şaristaniya mirovatiyê re kelem û asteng e.
Bêguman, pir nexweşiyên civakî yên ku kesayetiya jinê tepeze dikin, divê sedemên wê werin naskirin, û çareserî ji wan re were danîn. Ew jî ji erka zanyar û komeleyên civakî ne, û saziyên dewletê jî di ber berpirsyar in.[1]

[1] – Ev gotara min di rojnama Newrozê, hejma ( 108 ) de hatiye weşandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...