Ji Evîna Rojên Kevin: Agahyên Mezinan û Hin Bîr û Baweriyên Wan

Konê Reş

Di wê zaroktiyê de, her pêlekê mezinan; Dê, bav, pîrik û kalikan şîret li me dikirin û digotin: pêl gêrgêrîka nekin, guneh in. Beqa nekujin, wê belalûk di destê we de çêbibin. Ku we nan li erdê dît, rahijinê, nameta Xwedê ye, deynin cihekî parastî.. Ava gerim bi erdê de danekin, erd ne xaliye, yên ji me çêtir lê hene. Bi wateya ku CIN lê hene. Mezinan, tirsa Cin û Pîrebokan di dilê me de diçand. Gelek caran di civakan de ji hev re digotin: Filan Seyidî yek Cinî li xwe mar kiriye. Derziyek xilqandî kiriye berde, a Cinî pê hatiye girêdan, newêre nêzîkî derziya hesinî bibe û wiha çi jê dixwaze a Cinî dike.. Û digotin: Filankes ji filankes ditirse wek ku çawa Cin ji hesin ditirse..!

Vêca ji tirsa Cinan û Pîrebokan re dema ku zarokên nû çêdibûn, meqesekî hesinî dixistin bin serê wî de û derziyek xilqandî bi pêçeka wî ve vedikirin, da ku cin an pîrebok nêzîk nebe..
*          *          *
Di piraniya malên gundên Beriya Mêrdînê de û ta roja îro, Hermela bi ta darvekrî di kesmên tabloyan, di malan de daliqandî heye. Keç û jinên gundê me jî, her sal di dema bergirtina Hermelê de, libên wê bi tayên rengîn bidar vedikirin, rêzên wê di ber hev re bi textikekî ve berdidan, dibû wek tabloyeke spahî. Ew tablo bi dîwarê mala xwe ve dadiliqandin. Digotin; xêra wê heye û mal ji belayan tê parastin..
Bi tenê Hermel, li ser girên Romanî, yên ku Beriya Mêrdînê di dinyayê tevî bi wan navdare, şîn tê. Xuyaye ev adet gelekî kevne..
*          *          *
Hin mal li gundê me hebûn, ji bo ku kes wan çavînî neke, nalek hespan an çavşênek an berbejnek ku Mela ji wan re çêkiribû, di ser dergehê mala xwe re dadiliqandin.. û eger hin mirovên naskirê bi çavînokiya xwe hebana, hina dewsa lingekî wan digirt, li gor qeysa pêya lingê wan mûk dişewitand. Digotin, wilo bandora çavên wî namîne û nema li wan kêr dike..
*          *          *
Dema ku halek, nexweşiyek diket nav berxên malekê de û dimirin, xwediyê berxan, lingên çend berxên mirî bi hev ve girêdidan û di ser dergehê gova wan berxan re dadiliqand. Digotin, edî nema berxên mayî dimirin..  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…