Perperî


Nizar Yosif

Giyanê min
Di nava perên perperiyê re firî
Li ser nazikiyên te danî
Pê serwext im
Baxê te tor kiriye
Jîndar a te kilît kiriye

Ne narîn bin ew li xwe venahewîn in
Lê min şiya xwe vedizim
Di pencereya hestên te re
Li ser Dike ya dil rûnim
Li dilpêçanê bixwînim
Ewan tewiran vekolim
Min mal û sermiyan berdan
Lewante û avêngulan paşde hêlan
Tenê tiştên gerek î te min hilanîn
Nazikî, dil, hest ên xwe ji te re anîn
Çaxê perî li ser dêman rawestiya
Merg û ew bi narîniyê ve heliyan
Gor di wê buhiştê de danîn.

02.11.15

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...