Xelefê Şûvî û Çîroka Haware Mîr Haware

Konê Reş
 
Mîr Bedirxan (1802-1868), di sala 1843an de, li herêma Botan mîrnişiyek ava kir, êdî nema bêş û bac da Sultanê Osmaniya, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de kurd li dor xwe civandin û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in…
Ji encamên edaleta wî, biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e.. Lê di havîna 1847an de Mîr Bedirxan ji ber artêşa Osmaniyan bi serkêşiya Osman Paşa û xiyaneta xizmê wî Ezdînşêr, xwe ji bajarê Cizîrê vekişand keleha Eroxê.. Sibehekê digel Xelefê Şûvî, ji ser pişta kelehê mêzekirin, dîtin ku artêşa Osmaniyan digel Ezdînşêr dora kelehê kirine xelek..

 Hingê Xelefê Şûvî ji ser kelehê berê tivinga xwe da Ezdînşêr ku wî bikuje.. Ji mîr re got: Mîr! Ezdînşêr ketiye derba tivinga min de, ez wî bikujim? Mîr lê vegerand: Na Xelef nema lê hêjaye, wî nekuje.. Em ê xwe teslîm bikin.. Belê Xelef ne ji wan mêran bû yên ku berika wî bûş derbas be.. Xelef bi ya mîr kir, berika xwe berda û Ezdînşêr nekujt.. Xelef ji mîr re got: Ezbenî! Eger tu xwe teslîm bike, ez xwe teslîm nakim.. Ez ê xwe ji meydanê bidim alî.. Mîr got: Xelef çare nemeye.. Ji herdû rexan ve wê xelkên Botan bêne kuştin.. Ez xwe teslîm bikim çêtire.. Berî ku mîr Bedirxan xwe teslîmî Osman Paşa bike, Xelef xwe ji kelehê da alî û nebedî bû, mîr Bedirxan jî xwe teslîmî wan kir.. Û di havîna 1847an de, Siltanê Osmaniyan Mîr Bedirxan û malbata wî sirgûnî Stenbolê û girava Kirîtê kirin..
Belê li gor sozên ku Osman Paşa bi Ezdînşêr re dabû ku wî bikin Mîrê Cizîra Botan, pêk anîn û ew kirin mîrê Cizîra Botan di şûn Mîr Bedirxan de..  
Sebaretî Xelefê Şûvî, wek ku kurdan gotiye: Rim di tûran de nayê veşartin), Xelefê Şûvî jî nedihat veşartin û wek sûcdarekî ji rex Ezdînşêr ve dihat naskirin.. Vêca wî şêxên Basret dan pêşiya xwe û çûn Birca Belek dîwanxaneya Mîrê Botan, da ku Ezdînşêr efûya wî bide.. Dibêjin piştî ku derbasî Birca Belek bûne û rûniştine, Ezdînşêr qedrê Şêxên Basret girtiye û ew efû kiriye, lê di nav re bang xulamekî xwe kiriye û jêre gotiye: Ka wî texmê min yê cûx bîne.. Piştî ku jêre anîne, kuna ku di navrana şerwan de bû şanî Xelef kiriye û jêre gotiye: Xelef! Tu dibê ev kuna di navrana şerwalê min de ne şûna devê seha ye? Dibêjin Xelefê Şûvî lê vegerandiye: Na begê min! Ew kun şûna devê şêra ye.. Paşê jê xwestiye ku ligel bimîne, wek ku çawa ligel Mîr Bedirxan bû.. Xelefê Şûvî lê vegerandiye: Piştî çavên Mîr Bedirxan xulamtiya zilaman li min heram be, ez zilamtiya kesekî din qebûl nakim.. Dibêjin hingî Ezdînşêr gelekî jê aciz bûye û gotiye: Ez te nakujim, mala şêx Husên bi te re hatine, lê herêma Botan li te heram be.. Dibêjim dema ku Xelefê Şûvî ji birca Belek derketiye ku ji herêma Botan celî bibe, dîtiye govend û dîlana şahiya ku Ezdînşêr bûye mîrê Botan li dare, ji kerba re ketiye serê govendê de û wiha gotiye:

Ez Xelef im Xelef im      Haware mîro hawar e
Ez xelefê Şûvî me          Ezdînşêr begê Botan e
Xweyê şûrê sedef im      Haware mîro hawar e
Gel eşîra şer dikim         Deng, dengê mîrê Botan e
Ez Xelefê kinik im          Haware mîro hawar e
Xweyê şûrê şirik im       Ezdînşêr begê Botan e
Ez Xelefê Botî me          Haware mîro hawar e
Ji eşîra bi hevî me         Deng dengê mîrê Botan e..

Xelefê şûvî, qet di vê strana xwe de, negotiye Ezdînşêr Mîrê Bota ye, bi tenê gotiye Ezdînşêr Begê Bota ye..

Konê Reş, Qamişlo, 10.11.2015

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..