Eşîra Dina û PîroziyeBûqetar ê

Amer Çelik

 

Wekî her dema, dema em dixwazin lêkolînekê li ser Êzidiyan
yan jî bûyerin Tarîxî yên Êzidiyan, ol û netewa wan, yan êl û eşîrên wan,
pirsgirêk û serpêhatiyên wan, ferman û talan,wêraniya wan,yan jî em weha
bibijin; ku bi gişti li ser Êzidiyan binvîsînin. çavkanî gelekî kêm in belê
gelek caran peyde nabin. Nivîskar mecbû dimîne ku ji çîrok û serpêhatiyan û ji
devê kal-mêran tomar bikin û bistînin.

Têbînî piraniyê çavkaniyên me li ser eşîra Dina ji devê
rehmetiyê Xûdêda Pisî ne ku ew bi xwe ji eşîra Çêlkan ne hatiye tomarkirin.

Di destpêkê de em li berxwe bidin eşîra Dina nas bikin cih û
warên wan bidine nîşanê, mêrxasên vê eşîrê kîbûn…? Çi girêdane wane bi Bûqetarê
re heye… Ev Bûqetar çi ye…??

Eşîra Dina
Piraniyên kal-mêrên Eşîra Dina dibêjin ku gotina
Dina Ji gotina dunyayê (Dun-ya-Cîhan) hatiye. Ji ber ku wekî bav-kalên me
dibêjin:

Eşîra Dina pirbûn ji hijmariye wane zêda,lewma jî navê wan kirin
Dina-Duna. Lê hinek ji wan, ji Dina bi xwe vê gotinê qebûl nakin û dibêjin: Dina
ji gortina Den bi weteye Cerr(Den-Cerr) hatiye. Bi weteya ku Êzidî dibêjin:
Êzidî ne ji Ademin, belê ji Cerr xûliqîne!…
Bavikên Dina
Heger em bibêjin; ku ÊL ji çend
eşîran pêk tê, her usa jî, eşîr jî, ji çend bavik(Ber) pêk tê. Dina jî bavikên
eşîra wan pirin, pêwîste em tevan bînin ser ziman, lê heger me hinek ji wan
Berkan(bavikan) ji bîr kiribin, yan jî qedir giranên ku me ji devê wan girtî ji
birkiribin, biborînin li me negirin.
Bavikên Dina jî ev in: Remika-Romika,
Golka, Bozane, Nuemane, Ehvdau e, Reşa, Mende,Hacke, Kepane, E`arfue, Keşkûke,
Basteme, Bekere, Şemika û Pîşrehua.
Têbînî: Serkêşê olî yê ku taybetî bi
eşîra Dina ve xêlfî(cûda) ji tevahiya Êzidiyan dina jêra dibêjin; Pîşreu, lê ev
malbat ji malbatên feqîran(Xerqa) ne û zewac di navbera wan eşîrê de
nabê!…
Cih û warê Dina
Eşîra Dina jî wekî tevahiya
birayên xwe Êzidî, di gelek qûnax û waran re derbas bûne, helbet sedemên
qirkirin, talan û wêraniyê (Fermanan). Tê gotin Ku berê piraniyê Dina di Herêma
Helebê de akincî bûn, û piraniyê wan ji ber darê zora muslmaniyê ji wî cihî
koçber bûne. Lê hîn hinek ji wan di herêma Efrînê de dimînin. Helbet Dina li
hersê perçên Kurdistan belav bûne. Li Rojava Kurdistan, li der û dorên bajarê
Hisiça, li Qamislo û Emudê,Dirbêsiyê û Serê Kaniyê akincî ne. Li başûr jî , li
Dihok û Simêlê(Rojhilatî Decla) Xanik û Şariya. Herêma Şingalê jî, Xanasorê,
Sinûnê, Dugûra,Guhbel, Girzerik. Bakurî Kurdistan jî, Wêranşar û Sirûcê. Tê
gotin ku Dina di sala 1919an de ji Wêransar û sirûcê û Rûhayê koçberî Rojava û
Başûr bûne. Her weha Dina li Qevqasê(Qûqaz) û Ermenistan jî hene.
Sekêşên Dina:
Gelek ji serkêşên Dina heta
roja îro jî hîn nav û dengê wan di nava qasên Êzidiyan û tevahiye kurdan de
belave. Belê xwedî qîmetek giranin. heger malbata Feqîran ba(Hemo Şero) yan jî,
malbata Şihab
axa ba, yan Nemirê Simo ku demekê waliyê Mûsil bûye, yan jî
Evdî axa kurê Nemir û her weha Hesîn ê Qenco.
Dema min agehdarî û serpêhatî
ji devê Rehmetiyê Xûdêda yê Pisî tomar dikir ya ku ji bo min herî balkêş ewbû ku
jina(JIN) Êzidî serkêşî û serokatiye eşîrê Dina kiriye. Heger Xatûna hêja ya bi
navê Nazê(NAZA) ku dibêjin li dora 15-16 salan serkêsiye eşîra dina kiriye. Her
weha Xatûna Hêja Tahlê daka Bişar axa,xatûne Ismahil axa. Piştî mirine Ismahîl
axa serkêşiya Dina kiriye heta ku kurê wê Bişar(Bişar axa) mezin bûy û Tehlê
serkêşî û axatiye Dina radestê kurê xwe Bişar kiriye.Lê ya herî bi hêriz û
navdar, Xatûna bi nav û deng Bêzar bû, daka pênc lawan jina Xelîl axa. Tê gotin
ku Bêzar bi malbata Hesînê Qenco re li ser mislimaniye Hesîn,dikefe aloziyan,
her pênc zarokên xwe bi xwe re radike û li gundê Çetelê li bakurî Kurdistan bi
cih dibe û Dina li dora xwe Kom dike.Bêzarê bêtir ji deh(10) salan bi çelengî
serkêşiye eşîrê dike, heta ku kurê wê Sînan mezin dibe û êdî Bêzar serkêsiye
Dina radestî kurê xwe yê mezin Sinan dike.
Dina û Bûqetar:
Bûqetar yan jî Bûqetar
Babo(Papa) Nimûne Dina dibêjin: „Babê min Bûqetar“ her weha jêra dibêjin; „Mîr ê
Kûla“
Ez di wê baweriyê de me ku bi mebeste xudayê Kûlane. Bi wetaya ku
Bûqetar xudayê derd û kûlan ,der û kûlan ji mirîdên xwe dûr dike.
Eşîra Dina
bi tenê ji Êzidiyan Bûqetar ê salê carekê ciwan dikin yan em bibêjin kêf û
şahiyê ji bo wî dikin û jêra dibêjn: „Cimaya Bûqetar“
Di nava feqîrênDina
de(Xerqa) hene ji wan re dibêjin:“Feqîrê Bûqetar, ew Feqîrin yên bi kar û barê
pîrozoye Bûqetar radibin. Wek me li jor gotî ku di salê de, carekê Bûqetar tê
pîroz kirin û Dina jêr dibêjin; Cimaya Bûqetar. Berî ku Dina ji Ruhayê
(Bakur-Kurdistan) koçber bibin, Girek li wer hebû(Ruha) jêra digotin; „Girê
Bûqetar ê“ her weha li serê wî girî Goreke kevinar heye, her sal carekê qasê
eşîre Dina di miha Adarê de diçûne ser Girê Bûqetarê û Cimaya wî pîroz dikirin.
Dema ku Jineke Dinayî kurekî xwedê bidayê pêwîst bû ku beranekî sersar zaroka
xwe(lawik) bibe ser Girê Bûqetarê Qûrbanî ji bo Bûqetar bide.
Çira Bûqetar:
çira bûqetar heger ne ji Tawisê biçûktir û kintir bûye, mirovê bigote balkî
Tawisa. Li dora 35-40 cm) heye û tasek jî pêra ya jêra dibêjin; Şerbik. Her weha
Marekî biçû pêra ya jêra dibêji; Ziya. Çira tevî Şerbik û Mar(Ziya) gerekî li
mal a mezinê eşîr ba.
Tezkere Bûqetar: Di Cimaya Bûqetar de her malbatek ji
malbatên eşîre Dina qetek qûmaş sor didine wan jêr dibêjin; „Tezkere Bûqetar“,
pêwîste ku her malbat wî qetê qûmaşê sor(Tezkere) bi devê deriyê xwe vekê, bi
weteya ku dema Mîrê Kûlê (Bûqetar) tê û konê xwe li ser gundan û malbatan
datîne, bi wî qûmaşî(Tezkerê) dizane ku ew malbat ji malbatên Mirîdên wî ne û
malbatê ji kûlê diparêza. Her weha Şikeftek li gelî Lalişh heye jêra dibêjin;
„Şikefta Bûqetar“. Ji Êzidiyan Dina tenê dikarin derbasî wê şikeftê bibin. Amercelik@hotmail.de

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…