Derfet


Merwan GEDO

Derfet Roj li pey hev dimeşin
 Ne wek hevdû rûgeşin
Bi saya keda rojê Jiyan û evîn xweşin.
 Roja xweş ne diyar e, yê bixwaze dildar e.

 Bi dest û hiş û mejî, di gel ew bendewar e.
Bendewarî  hêvî ye, ew bê xebat sêwî ye
 Jiyan wisa dibûre, yê bê hêvî rêwî ye.
Çavên me li defetê, ew timî ji dû ve tê
 Çivîk e tê ber derî, Ji nav hêviyê me tê
Çivîka me ziman e, nasname û derman e
 Ku ji destan bifire, cihê wê li asman e
Dema derbas bû hundir, çavên beloq bûne gur
 Rast û çep li hev nerîn, di nav wan de bû birbir
Ji bo goştê çivîkê, dest avêtin pêpîkê
Hundir tije deng kirin: Ka mesef û sênîkê
 Nêvî bidin seroka,  nêvî bidin zaroka
 Mamosta ne xuyane,  negerin li geroka
Ci zêrîn e ev derfet,  civat tevde li hev ket
 Çivîk bi tirs û bi hêrz, di pencerê re derket .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…