M i z g î n î: di sîstema perwerdehiya swîsrê de Kurdî cih digre û rûdine.

Hesen Huseyîn Denîz

bi pejirandina kantona Bernê re, êdî hîndekariya Kurdî li Swîsrê li her sê kantonên bingehîn fermî bû: Zürich, Basel û Bern.

Bi vî awahî di sîstema perwerdehiya swîsrê de Kurdî cih digre û rûdine. 

Êdî Kurd dikarin zarokên xwe li dibistanên fermî hînî Kurdî bikin.

Ji kerema xwe re zarokên xwe bidin qeydkirin û propagandaya wê bikin, ku gel zarokên xwe bişîne van dibistanan.
Bila ev ked vala neçe.
Li ser malperê formulara serlêdanê heye, lê binêrin ji kerema xwe re:
 http://zimanekurdi.org/?p=3224

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…