Daxuyaniya kongirê awarete yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya

Di roja şemiyê 17-10-2015an de li bajarê Dêrikê û bi beşdariya 76 endamên yekîtiyê ji 99an û bê amadebûna endamên şaxê herêma Kurdistanê ji bo hin sedemên teknîkî û di bin duruşma(pênûsa azad hêviya gel e)kongirê yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûrya yê awarte hat li darxistin.
Bi rawestanek bê deng li ser giyanê pakrewnên Kurdistanê û azadiyê û piştî hilbijartina desteya serokatiyê ji kongir re, û bi gotinekê ku ji layê endamekî berê yê desteya birêvebir hat xwendin li ser rewşa yekîtiyê di dema bihûrî de û astengiyên ku bûne kelem li pêşiyê ta giha qûnaxa lidarxistina evî kongirê awarte ku tê de hat diyar kirin ku beşek ji nivîskaran bi sedema bercewendiyên xwe yên taybet ji yekîtiyê bi dûrketin,kongir destpêkir.

Ji ber giringiya peyvê û bandora wê li ser hiş û ramanên gelan û bi taybet di vê rewşa awarte de,rewşa şer û cenga ku welatê me tê re dibhûre ku bi vê sedemê civak bi rengekî rojane tê hêrivandin û di nav de rewşa kurdî ya lawaz û bi taybet diyarde ya koçberiyê ku roj bi roj dêmografiya Kurdistana Sûriya dixe metirsiyê de.Li vir rola pênûsa azad ji bo ronîkirina cih û demê giringe.
Li hamber vê rewşê kongir bi pirsyarî dest bikarê xwe kir û ji  bo serkeftina kongir pêşniyar û helwestên endaman paşguh ne bûn û hatin guft û gokirin li gorî dema ji her xalekê re hatibû danîn û di encamê de biryarên rêxistinî û hilbijartî û giring ji bo pêvajoya qûnaxa werê re.
Piştî dan û sitandina li ser reşnivîsa tozika hundirîn û serastkirina hin xalan û li gor biryarên kongir hatin erêkirin.     
Her weha kongir du biryar ji bo nav û logo yê yekîtiyê sitandin ku yek ji wan guhertina navê yekîtiyê ji yekîtiya nivîskarên kurd-sûrya bibe Yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûrya,û ya diwem guhertina logo.
Kongirê awarte yê serkeftî bang li her nivîskarekî xwedî pênûs kir ku tevlî Yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûrya bibe ji bo bibe alîkarê pêşxistina tore û wêje ya kurdî ,û di dawî de   desteyek birêvebir hat hilbijartin ya ku endamên wê evin:
Ibrahîm Mela Qasim, Ehmed Sofî, Berzan Hisên, Torcîn Reşwanî, Cemal Mer`ê, Şivan Ibrahîm, Ebdulhekîm Ehmed, Ebdulsemed Mehmûd, Bextreş Koçer, Îsa Qasim, Luqman Yûsif, Mihemed Emîn Se`dûn, Mihmed Ebdê, Hêbet Me`mo, Wezna Hamid, Yûnis Hemê û vê deste yê  civata xwe piştî bidawîbûna kongir lidarxist û tê de mamoste Wezna Hamid li şûna serokê berê mamoste Elî Cizîrî  û herdû cîgirên wê mamoste Luqman Yûsif û Ebdulsemed Mehmûd  hatin destnîşankirin,herweha di heman civatê de nivîsgihên desteya birêvebir hatin avakirin li gorî rêbaza hundirîn.
17-10-2015
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrya   

 

 

 

 

 

 

 

 

       

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di mêjûya gelê kurd de du bȗyerȇn diyar hene ku bi hevre xalaeke guhertinȇ ya mezin di pȇvajoya gelȇ ku ji mȇjve jibo mafȇn xwe yȇn netewȋ ȗ niștimanȋ tekoșȋn kiriye ҫȇkirine. yek ji herdȗ bȗyeran damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, û ya dȋ jidayikbûna Serokê gelê kurd, Mesûd…

Ebdûlazîz Qasim

(Li ser zarê Mamosta Hişyar Hisên “Hişyar Bêkes”*)

Hindek diyardeyên zimanvanî di zimanê kurdî de hene, bê ku hîç lêklolîn li ser wan hatibin pêkanîn, û peyvên (Minimal Pairs) yek ji wan diyardeyên ku ti pêkol li ser nehatiye pêkanîn, herwiha min li hember zaravê (Minimal Pairs) tiştek di kurdî de nedît, lewra min ji…

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…