Hewlêr!


Xalidê Heso

Hewlêra rengîn! Qet xema nexwe, peyala aramiyê serbest vexwe.. Bera gulîstanên te bi çîçek û nêrgizan bixemilin.. Bera stêrkên ezmana li dor keleha te bicivin.. Bera çîrok û destanên qehremanan bixwe re bibin sînga ezmana, da bedewtir bibin.. Bera zarokên dibistanên te ala rengîn hildin û sirûda Ey Reqîb bi dengekî bilind bigihînin perê ezmana..

 Îro, neviyên şoreşa êlûn û gulanê, pêşmergên qehreman, sîngên xwe ji xaka tey pîroz re kirine senger û bi rêzên zêrîn dinivîsin li hemberî cîhanê seranser..

Hewlêr e!
çava veke û baş binêre,
ev şarê bedew, ev Hewlêre
Ev Kurdistane, xaka zêre
Cî û warê piling û şêre
Ev ala rengîn ala me ye
Ew sembola jiyana me ye
Qelen bihaye, xwîna me ye
Ji sedê salan xewna me ye
Hevalê min ev Kurdistane
Gelek dayîk li vir giryane
Ji mendalên xwe raqetiyan e
Xwas û birçî li çola mane
Hevalê min ev Kurdistan e
Bi sedan dastan lê ciryan e
Dek û pîlan lê hilweşyan e
Hevalê hêja! Baş bizane
Ev destkeftên  mezin berhemê
Şoreşa êlûn û gulan e
Ked û xwêdana nemiran ne
Bi serbilindî û mêranî
Bi lehengî  û qehremanî
Nemir Barzanî, bingeh danî
Sozên dan Qazî bi cî anîn.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…