RÊBAZA KESK

Idrîs Pîran
 
Ji xwe diyar e ku Rêbaz , weku gotineke tekan e û bi şêwe û wateyeke giştî û mebesta jê , ew e ku di çarçoveya xwe de , rê û riyên her şêwe û wêne û wateyên navnîşana şêweyekî taybet û giştî , dorpîç û diyar dike di xwe de , ku weku rêbaza şêweyekî an tiştekî û ku çi be bila ew be , anku jî rêbaz  , ew e çarçoveya rê û veşopandina baweriyên bingeh û sîstemeke ramyarî û jêderhatiyên wê û bikaranînên wê .
Weha jî û ji aliyekî din ve , ku çi ramanek an ramanên ku ji serê mirovakî an zanyarekî der tê û derdikeve , ew raman xwe dispêr e li ramanên weku xwe , anku jî ew ramanên weku hev û nêzîkî hev , hevtewaw dikin û ku berdewamiyeke ramyarî jî ji hev distînin digel jiyanê re , bi vî awayî jî dibin weku sîstemeke ramyarî diyarkirî û taybet bi xwe , anku jî dikevin nava çarçoveya navnîşana rêbazeke ramyarî de .

Bêguman diyar e jî , ku her rêbazek navnîşana xwe distîne , ji wê çarçoveya ramanên xwe , wilo jî her rêbazek , ji bingeheke ramyarî der tê û der hatiye , ku ew bingeh jî di jiyanê de peyda dibe an peyda bû ye û ku ji sedema ramanên mirovan û pêdiviyên wan , der hatiye û cîbecî bûye di rêza ramanên rêbazekê de , anku jî makên wê bingehê diyarin û diyar dibin , di çarçoveya rêza rêbaza xwe de , wilo jî û ji aliyekî din ve , her rêbazek berhemên xwe yên taybet bi xwe dide , di karanînan de û di jiyanê de .  
Her weha û bi vî awayî jî , rêbaza kesk .. rêbazeke ji nav koma rêbazan , lê girîngtirîn raman û rêbaz e , ji ber ku rêbaza kesk , rêbaza jiyanê ye , kesk jiyan e .. suruşt û xwerist e .. kesk jîngeh e .. şahristaniye , şahristanî jî .. ew e parastina jiyanê ye , da jiyan ber bi buhuştkirineke berdewam ve bişop e , anku jî çendî jiyan fireh e .. bêdawî û bê aso û bê sînor e , her weha jî rêbaza jiyanê .. rêbaza kesk , pêwîst e pê her tiştî di jiyanê de bişopîn e û hewildanên sererast kirinê û pêdiviyên wê bike û bi-aferîn e , ji lewran jî rêbaza kesk , xwe bi destpêk dike di çarçoveya zanyarî û felsefî û hest û helwestên xwe de û weku nerîn û raman , ku xwe diyar dike û vedişop e , ji girîngî û bengewazî û çarçove û wateya ku ji vê hevoka ku diger e li ser / vegerhatina li suruşt û xweristê û lê mukurhatina pê /, anku jî bi wateya çareser kirin û vegerhatina mirovan li ziyanên ku li jîngehan û suruştê bûye û dibe , ligel xwendin û vegerhatin û durust kirinekê ji veçêbûnên ramyarî mirovahî giştî re û di derbarên mafê jiyan û suruştê û zemînê de bi giştî ,  ji heman wateyan jî mirov kar e bibêj e : ku rêbaza kesk û ramanên wê , hatin bi navnîşan kirin dibin wate û navê ( KESK ) de , ku weku rêbazeke giştî , ji zanîn û pênasîn û mirovahiyê û jîndaran û zemên û jiyan û suruştê re .
Lê bi wateyeke din ve jî , ew hevok û wateya ku diger e , li ser  / vegerhatina li suruşt û xweristê û lê mukurhatinê pê / û ligel hemû wateyên ku ji vê hevokê jî der tên , weku bingehekê ye ji haydarî û veşopandinên kesk re , ku der hatiye jî , ji sedemên ku mirovan gelekî suruşt û xwerist û jîngehên wê , binpêk kirin e û ziyan gihiştiyê û bi taybet , li piştî ku serdemên pêşesaziyê û şêweyên wê , ku bi neqencî û nebaşî li cîhanê bêşve çûn û ligel ku hemû bermayên gemar û xerabiyên wê li cîhanê belav bûn , anku jî ji heman sedeman , ramana vegerhatina li suruşt û xweristê peyda dibe , ligel ku zanînên jîngehî – Îkolocî jî , bi pêşve veşopandinên xwe dibirîn û pêşve diçûn .
Bi şêweyekî giştî , mirov kar e bibêj e : ku bi vî awayî rêbaza kesk veçêbûn bûye û xwe veçêbûn kiriye , ku ji heman bingehên xwe jî , xwe bi veşopandin kiriye û dike , weku rêbazeke felsefî û zanyarî ji jiyan û suruştê re .      
Lê weku kurt e gotinekê û tevî wateyên diyarkirî jî : rêbaza kesk xwe davêj e ber tekezkirinê ,  anku xwe bi xwe , xwe tekez dike , ku rêbaza jiyanê ye , ji ber ku parastin û çareser kirin û durustkirina suruşt û xweristê , netenê xweşî û berdewamiya jiyana mirovahiyê qezenc digir e  , qasî ku berdewamiya jiyanê di cîhanê de di-aferîn e , ji lewran jî ji erk û mijûl û bingehên wê ye , ku têkildara her tiştên jiyan û suruştê ye û bi taybet di derbarên hest û hişmendkirina mirovahiyê de , ji ber ku mirov û bi şêweyekî diyar û giştî , ew e yê ku girîng û sereke ye ji giraniya liv û tevger û guhertinê re  , ji aliyekî din ve jî , ew e yêku sedema bingehîn e , ji cewtî û xerabkirina terezûya suruşt û xweristê di zemîn û cîhan û jiyanê de ? .                 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…