Mistefa Oso: Eger Ne Rêjîma Esed Ew Ya Ko Cudahiyê Di Navbera Pêkhatiyên Sûrî De Çê Dike, Ma Kê Yasayên Awarte Di Dermafê Kurdan De Derxistin?

Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mistefa Oso bêzariya xwe ji daxuyaniyên Esed yên ko ji ragihandina Rûsyayê re dabûn diyar kir, û bi taybetî li ser mijara Kurdî û hewldana Esed ko li bi aqilê wan kesên hevpeyivîn pê re dikirin bikene, gava got ko tu siyasetên taybet derbarê Kurdan tune ne.  
Oso got eger ne Rêjîma Esed ew ya ko cudahiyê di navbera pêkhatiyên Sûrî de çê dike, ma kê yasayên awarte di dermafê Kurdan de derxistin? Ma kê 300hezar Kurd bênasname kirin? Û kê Erebên Xemir li xaka Kurdan li Parêzgeha Hesekê bicih kirine, û hem siyaseta Erebkirinê 40 salî li herêmê meşand ma ne Esed û Bavê xwe bûn?

Oso ji bersivên Esed matmayî dimîne ko dibêje daxwazên hinek Partiyan hene lê ew ne daxwazên Milet tevî ne, ma kengî mafê rewa yê miletan di destê hin rêxistinan bêyî yên din de ye? Pirogramê hemû Partiyên Kurdan li ser daxwaza mafê rewa yê  miletê Kurd li gora rewişt û peymanên navdewletî daxwaza  hemû Partiyan e.
Oso weha jî got: li gora dîtina me ji naveroka hevpeyivîna Esed re, ji mirov re tê xuyakirin ko Esed tenê Karakozek e tiştek bi destê wî ve nayê. Tenê ew desteke ji hin dewletên herêmî re an wek Remot Kontrol e ko ji dûr ve tê livandin, Esed xwe dide xuyakirin ko tu biryar di destê wî de nîn in, gelo kî fermanê bi kuştina xelkê dide û malên wan bi ser serê wan de tîne xwar û ewan koçber dike? Û kî fermanê bi avêtina Bermîlên teqîner û Mûşekên boşiyê dide, ma ne rêjîma kujer ew evan kirdeyan dike?
Oso tekez kir hewldanên Esed yên ko dixwaze diyar bike ku ev tiştên li Sûriyê dibin destê wî tê de nîn e, ev hewldanine têkçûyî ne, çimkî ew serekê Rêjîmê ye û hemû biryarên kuştina miletê Sûrî ji bal wî derdikevin û eger firişteyekî siyasî be li gora ko ji ragihandina Rûsî re diyar kir, çima ji desthilatê nayê xwar? , û Oso Destnîşan kir ko Esed êşa derûnî ya dukesayetiyê libal wî heye çimkî tiştina dûr ji biwara tawankarî ya Rêjîma xwe ya kujer dibêje..
Jêder: Hevbendî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…