Rewşa xwendinê li herêmên Kurdî?!

Dr. Rozad Elî

Nifşê nû ji lawên gelê Kurd bi hezkirina xwendin û zanînê naskirî ye.
Li salên pêşîn, û li hemî bajar, bajarok û gundên herêmên kurdî li Sûryê, bi sed hezaran keç û kur ji her sê astên xwendinê, seretayî, amadeyî û navendî, diçûn dibistanan, xwendina xwe dikirin û hêviyên siberojan ji xwe, ji dê û bavên xwe û ji welatê xwe re ava dikirin. Bi hezaran jî, keç û xortên li zanîngehên Sûryê û li welatên biyanî xwendina xwe dikirin û fêrnameyên bilind di hemî warên zanînê de bi dest dixistin. Piraniya xelkê me yê Kurd, xwendina zarokan wek erkekî netewî didît û hîn jî wilo ye. Ew di vî warî de şîretên zanayên xwe digirin û dibêjin ((bê xwendin û zanîn milet bi ser nakevin)). Ew jî rastiyeke dîrokî ye, berê, îro û sibe jî rast e û di cih de ye .

Lê mixabin, di rewşa qeyran û bobelata Sûryê de, bi taybetî jî di van du salên dawîn de, wekî çawa gelek warên jiyan û civaka Sûrî wêran bûne, rewşa xwendinê jî ziyaneke pir mezin û giran dîtiye.
Li gora gelek serhjmaran, di nava çar salan de, bêtirî du milyon keç û kurên Sûrî ji xwendin û perwerdeya hemî astan bêpar bûn û derfetên bidestxistina xwendinê ji dest çûne.
Rewşa xwendin û dibistanan li herêmên kurdî jî ji navçeyên Sûryê yên din ne çêtir e. Ew jî bi agirê qeyrana Sûryê dişewite û wêran dibe. Di gel ku rewş li herêmên kurdî, ji bilî Kobanê, aram in, dibistan wêran ne bûne û piraniya mamoste û karbidestên perwerdeyê hîn li ser karên xwe ne, lê rewşên bê ewle, astengên jiyanê, mişextbûna xelkê, derketina ji welêt, nemana saziyên dewletê û gelek tiştên din jî, dikin ku rewşa perwerdeyî zor xirab bibe û wek me got, bi sed hezaran şagirt, xwendekar û zarokên li derveyî dibistanan bimînin, ji karê perwerdeyê dûr kevin û siberoja wan û welêt jî ji dest me hemiyan biçe.  
Li devrên me yên kurdî pirsgirêkeke din jî hatiye meydanê, ew jî fêrkirina bi zimanê Kurdî ye. Em tev dizanin, ku ew daxwazeke sereke û kevin e ji daxwazên gelê Kurd, û mafekî rewa û bingehîn e jî. Lê rewş û derfetên ku niha ji nişkave peyda bûn, ketina zimanê kurdî ya yekser û bê amadebaşî di dibistanan û di hemî mewadan de û hilanîna zimanên mîna Erebî, Îngilîzî… ji polên destpêkî, van tiştan hêştiye ku veciniqandin û nişkaviyeke bê amadebaşî li ba zarokan û xudiyên zarokan jî derkeve meydanê. Piraniya xelkê me dibêjin, ku hîn rewş li Sûryê bi tevahî  ne zelal e, û kesek li zimanê me jî mikur nehatiye, loma zarokên me wê çawa û li kû xwendina xwe berdewam û bi serî bikin?. Sûryê di nava gergerînkeke mezin de ye, kesek nizane sibe wê çi bibe û rewş wê çawa bigerin û bi kû de biçin. Loma jî, ya çêtir ew e, ku rêbazênminhac ku berê di dibistanan de dihatin xwendin wek xwe bimînin, û mewadine din bi zimanê kurdî lê zêde bibin; mîna “ziman, dîrok, xaknîgarî û h.w.d“. Nêrîn û daxwaza piraniya xelkê wiha ye, loma jî, gerekî kesên ku li navçeyên kurdî xudî biryar in û karnava perwerdeyê bi rê ve dibin, bi çav û dilekî vekirî li nêrîn û bawriyên xelkê xwe binêrin û wan pişguh nekin. Ji ber ku biryara dawîn gerek e ya xelkê û dê û bavê zarokan be, çinkî partî, rêbertî, êdyolocî û hemî tiştên din diçin, lê gel dimîne. Paşeroj ji wî re ye û di destê zaroyên wî de ye, gerek e çêkirina wê û avakirina welêt jî di destê wan de be.
Di vî warî de, ne veşartiyek e em bêjin, ku beşekî mezin ji kesên ku welêt berdidin û bar dikin, xwendina zarokên xwe wek behane dibînin, û siyaseta perwerdeyî ya “rêberiya xweser“ jî wek sûc û sebeb didin xuyakirin.
Gerek e di van rewşên dijwar û awarte de, ji bo bedestxistina xwendin û zanînê, çi ji destê me derkeve em bikin, zarokên me bi çi zimanî diwxînin bila bixînin. Bila em di pirsa perwerdeyê de nelezînin û xwe şaş nekin. Ji ber ku zaroyên me û paşeroj wan berdêlê didin, ew jî siberojê dixe nava mij û dûmanê.
…………………………..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…

Rêber Hebûn

Dîwana Sîmirbazî bi şêweyekî zanyarî û wêjeyî hatiye nivîsandin ji aliyê helbestvana Kurdistanî Kubar Hawar.

Ev pirtûka wê ya dûyem e ji weşanên Şilêr e, pirtûk ji 130 rûpelî pêktê, bêgûman ku ev mijar dewlemend e bi raman û şîrovekirinê ji pêşî bi nîşana Sîmirbaz ve destpê…