Narîn Omer
narinomer76@gmail.com
Alanê min!
Razana li qiraxa bêbextiyê
pir li te xweş dihat
Herdû destên te şepolên
derya ya bê merwet ditîtin
bask û perîk
cendikê te…
giyanê xwe di ferebûna deryayê de
hizir dikir û çavên te mezinbûna xewneyan
di nexşe ya mezinbûna xapên deryayê de
bi deng û reng dikirin
lê te nedizanî kû pîlanên mirinê
ji hemî şepolan bihêztirin
Erê “Xalib“
Tîrêjên girnijîna çav û lêvên te
Tovê aramiyê di dilsariya
“Dê û bavê” we de diçandin
Rîhana narvîn nenas!
Pêlanên keysbaziyê daxwazên te
erezoyên te daqurtandin û
mîna dergûşê ji “Alan” re û
landikê ji “Xalib” re nîşandan
Lewra te xwe didît periya derya yê û
te ji bîr kir kû ew tiliyên “şahê mirinê” bûn
dergûş û landik di hejandin.