Wergêr: Heyder Omer
Kirîzeya rêvebiriya Kurdistanê: Eger milet ne yekbûyî be, ne hêzdar e jî, milet yekîtiya xwe bi hebûna yekîtiya rêvebiriya niştimanî pêk tîne. Gelê ku nerîn û armanc û helwestên wî par par in, nikane hêzdar bibe, û dê nikanibe berevaniya hebûn û welatê we bike. Rêvebiriya niştimanî and û hişyariya niştimanî li ba gelê xwe diespîne, û nerîna niuştimanî ya hevbeş diderbirîne, û pirojeya niştimanî ya hevbeş diberhimîne, û milet bi tevayî dike yek gewdeyê andî û civakî û polîtîkî û aborî û leşkerî.
Ji dema ku Farisan şahnişîna Med sala (550 b. z) dagîrkirin de, kirîzeya rêvebiriya niştimanî xwe avêt ser pêşiyên me. Farisan dest dan ser rêvebiriya me ya polîtîkî (dewlet), û ser rêvebiriya me ya olî (ezdahî) jî, û baweriya zeredeştî ji dest pêşiyên me Med girtin, û zeredeştiya polîtîkî li gor pirojeya xwe ya împeretorî peyda kirin, û gelek endamên entilcênsiya me (siyasetmedar, rewşenbîr, leşker) ketin bin sîbera wê pirojeya Farisê, û bûn karmendên pirojeya Farisî împeretorî.
Li derdora sedsala (7 z) Erebên misilman dan ser Kurdistanê, û Kurd xistin bin sîbera dewleta xîlafetê, pê re jî kirîzeya rêvebiriya kurdistanî dom kir. Erebên misilman Faris û Turk jî xistin bin sîbera dewleta xîlafetê, lê Farisan rêvebiriya îslamî farisî di hundir rêbaza şî-î de ava kirin, û bi vê rêbazê xwe ji destlata erebî rizgar kirin, û Turkên osmanî jî rêvebiriya îslamî turkî di hundir rêbaza henefî sunî de ava kirin, û bi wê rêbazê ereb jî dagîr kirin, û pileya (Şêxê îslamê), ji bo polîtîkaya dagîrkirinê, pêk hanîn.
Li dirêjahiya 14 sedsalan Kurd nikanîn rêvebiriya kurdistanî ava bikin, ji dêvla vê yekê bûn karmendên rêjîmên, ku bi navê îslamê hukumdar bûn, û ji dêvla, ku anda xwed ber bi pêş ve bibin, bûn karmendên andên edrebî û farisî û turkî, ne zimanekî kurdî yekbûyî ê kirin, û ne jî li ser awayekî nivîsîne li hev kirin, bi ser de jî awayê nivîsînê yê ku heya sedsala (3 kuî /9 z) naskirî bû berdan, Ibin Wehşiye Ehmed Bin Elî, kesekî keldanî ye, di pirtûka xwe de bi zimanê erebî (Şewq El-Musteham fî merîfet El-Eqlam ) de êla vî awayê nivîsînê dike([1]). Eger em bi hûrbînî pirtûkên kelepûra îslamê binerin, emê navên dehên zanyar û ramanbîrên Kurd bibînin, hinek ji wan bi paşnavên (Dînewerî, Irbîlî, Şehrezorî, Goranî, Amîdî, Cezerî, Heskêfî u h w) hatine naskirin, lê yên karmendiya anda kurdî kirine gelekî kêm in([2]).
Hêjayî gotinê ye, ku em bibêjin, pêşiyên me Gotiyan rêvebiriya bilind ji pêşewayên êlan damezirandin, wê rêvebiriyê qeralek ji bo şeş salan hildibjart([3]), û pêşiyên me ji şaxê Men-nay, li kêleka qeralî rêvebiriya bilind, ku dewletê û civakê bi rêve dibe, damezirandin, û her endamekî wê rêvebiriyê bi (Hazano / Hozano) ango (zana, pendiyar) dihate naskirin([4]). Her weha rêvebiriya bilind, ku ji pêşewayên êlan hatibû êkirin, pêşiyên me Med bi rê ve dibir, wê rêvebiriyê yekîtiya Med pêk hanî, û pirojeya rizgariyê ji bin destên şahnişîna Aşûr bi rê ve bir. Evê rêvebiriya bilind, bi awayê (civata rîsipiyan / kalemêran) li ser asta êlan û gundan, dom kir, lê ne li ser asta niştmanî ya mezintir.
Rêvebirî pêwîstiya niştimanî ye: Rêvebiriya kurdistanî ne tenê pêwîstiya polîtîkî û andî ye, belê di pileya pêşî de pêwîstiya hebûnê ye jî, ji ber ku anda talankirinê û dizînê û dîlkirina jinan û cînosaydê hîna jî li rojhilata navîn destlatdar e, û gelên kolonkirî, Kurd jî di nav de, hîna jî bi dijmintiya xwediyên anda talankirinê re rû bi rû ne, û di arîka sedsalekê de em pêrgî sê talanên bêtar hatin; talana enfal û ya Şengalê û ya Kobanê, û hîn jî em roj bi roj bi talanan re rû bi rû dibin, tenê rêvebiriya kurdistanî dikare me li hember van talalnan amade bike, û ziyanan jî kêmtir bike.
Belê…em Kurdistanî, di van nîran de bêtir hewcedarên rêvebiriya niştimanî bilind in, divê em ji kelepûra pêşiyên xwe sûdê werbigrin, û desteya (Hozano) ya rêvebir a bemilind damezirînin, û komîtekê hilbijêrin, ku li gor pîrozî û zîmboliya roja Newrozê, 21 endamên wê he bin, bi (komîta 21ê) were navandin, divê endamên wê ji berztirîn entilcênsiya kurdistanî werin vebjartin, û ew jî serokê komîtê ji nav xwe hilbijêrin, û di pey organîzekirina her tiştî, û avakirina komîtên şaxan, endamên (komîta 21ê) ya bilind dê li gor mîkanîzmine demikratîk werin hilbijartin, lê divê endamên vê rêvbiriya bilind:
1.Ji her ar beşên Kurdistanê û yên mişextiyê bin .
2.Ji hemî pêkhatin û bawermendên hemî ol û rêbazên olî yên li Kurdistanê he ne bin.
3.Ji berztirîn kedsayetiyên andê û polîtîkê û aborê û huner û medya bin.
4.Divê temenê wan el sal derbas kiribe, û jînenîgariya wan paqij be.
An jî em rêvebiriya kurdistanî bi (kongira gel), (encûmena rîsipiyên Kurdisatn), (encûmena gel), (encûmena kurdistanî ya bilind), an (encûmena hozanan a kurdistanî) binavînin, lê divê ev rêvebirî van erkên jêrîn bi cih bîne:
1.Istertatîcîka niştimanî ji her waran de amade bike.
2.Hemî desteyên, ku ji bo bicihkirina isteratîcîk a niştimanî divên, damezirîne.
3.Awa û mîkanîzmên, ku ji bo bicihkirina istertîcîka niştimanî divên, nîşan bike.
6.Divê bi hûrbînî li pilanên, ku desteyên şaxî amade dikin, binere, û wan binerxnîne, û li gor pêdiviya nîran wan pilanan pêş ve bibe, û guhertinan tê de peyda bike.
5.Divê alîkariya locistîk, ku ji bo bicihkirina wan pilanan divê, amade bike û bi dest xîne.
6. Divê her karên, ku di her waran bi serî dibin, binerxîne û ber bi pêş ve bibe.
Ev rêvebiriya bilind divê van deh desteyên şaxî damezirîne:
1.Desteya diravî kurdistanî: Kar û barê vê desteyê ew e, ku baceyên mehane, yên gelê kurdistanê ji bo alîkariya rizgarkirinê û bi pêşvebirinê dide, organîze bike û bişopîne.
2.Desteya polîtîkî: Kar û barê vê desteyê ew e, ku pilanên polîtîkî isteratîcîk ên navxweyî û herêmî û navdewletî, û hevrêziya partiyan û pêşvebirina hişyariya polîtîkî bişopîne.
3.Desteya andî: Kar û barê ve desteyê ew e, ku pilanên andî isteratîcîk bişopîne, û zanînê li nav civaka kurdistanî belav bike.
4.Desteya tenduristiyê: karê vê jî ew e, ku pilanên tenduristî isteratîcîk bişopîne, û anda tenduristiyê li nav civaka kurdistanî belav bi ke.
5.Desteya perwerdeyê: karê vê jî ew e, ku pilan û rêbaz û pirogramên ji bo perwedekirina nifşan li ser bingehên niştimanî û zanistî tên amadekirin, bişopîne.
6.Desteya olî: karê vê desteyê ew e, ku belavkirina anda olî li ser bingeha cudabûnê û toleransê, û ji holê rakirina anda tûndiyê û nepejirandina kesên din û kafirkirin, bişopîne.
7.Desteya aborî: kar û barê vê desteyê ew e, ku pilanên aborî isteratîcîk, û damezirandina bingeha aborî, ya ji her warên zevî û pîşeyî (sînaî) û bazirganî de hevtewaw e, bişopîne.
8.Desteya medya: karê vê jî ew e, ku pilanên medya isteratîcîk, û ber bi pêşvebirina sazûmanên medya ya xwedî armancên navxweyî û herêmî û navdewletî, bişopîne.
9.Desteya kelepûrê: karê vê desteyê ew e, ku pilanên isteratîcîk, ên ku bo parastina hemî cûreyên folklora kudî û hemî hemwelatiyên Kurdistanê têne danîn, bişopîne.
10.Desteya êkologiyê: karê vê ew e, ku pilanên isteratîcîk, ên ji bo pêşvebirina êkologiya Kurdistanê ji her warên aborî, tenduristî, ciwanî û seyranî (torîzm), têne danîn, bişopîne.
Divê endamên vê rêvebiriyê di ber avan re werin derbaskirin, ji ber ku erk û karê wê gelekî giring û metirsîdar e, û divê komîteyek ji nav endamên wê were avakirin, da tevdîrên endamên wê binerxîne, û her endamê, ku ne li gorî mercên pêdivên be, jê bi dûr de bixîne, û endamekî din ji dêvla wî hilbijêre.
Ey gelê me! Damezirandina rêvebiriya kurdistanî ne karekî zor û dijwar e, û ne jî kopiyeke (komara Efletûn) a yotubî ye, berî pêşî her sê partiyên kurdistanî mezin (partiya Demikrat a kurdistanî, partiya yekîtî ya kurdistanî û partî ya karkeran a kurdistanî) berpirsiyarên wergirtina vê biryarê ne.
Damezirandina rêvebiriya kurdistanî me ji nakokiyên navxweyî rizgar dike, yekbûna gelê me ji her warên hişyarî û nerîn û helwestan de pêk tîne, û hêviya rizgarkirina Kurdistanê geş dike. Ger nebe, emê bi koletiyê û gelek enfalan û bêtarên wek ên hatine ser Şengalê û kobanê re rû bi rû bibin.
Û i dibe bila bibe, divê Kurdistan rizgar bibe.