ÇANDA DEMOQRATIYÊ

Mihemed Zekî Mihemed

Demoqratî wegerandin e ji gotina Yonanî “Dîmokratîk” e, wateya wê jî (Desthilatdariya gel) e, şêweyeke ji şêweyên desthilata dewletê ye, lêbelê bi wateya xwe ya giştî, şêweyek di jiyanê de ye, ku her kes di wekheviya derfetan de xwedî par e, di jiyana civakî de jî beşdar e.
Bi wateyke din, em dikarin bibêjin ku karîbin bi azadî beşdariyê di standina biryaran de, di hemî hêlên civakê yên têvil de, bikin.
Ev têgeh di naveroka xwe de komek ji pîvanan di nav xwe de dicivîne, ew pîvan di van peyvan de têne xuyanîkirin, Reftar, Nirx, Bawerî.

Gellek lêkolîner dibînin, nirxên ku bi demoqratiyê ve girêdayî ne, û hemû kes wan bikar tînin, di rêya çand a wan re, di pêvajoya nifşên cihêreng re dighêje wan, girîngtirîn nirx jî ev in:
-Rêzgirtina beşdariya giştî û parastina azadiya derbirînê.
-Her kes di ber karên xwe de berpirsyar e.
-Guhdan bi mafên mirovan, dûrketin ji kedxwariya kesên din.
-Pêkanîna dadmendiyê di nav kesan de.
Ev nirx û rewşên ku reftara kesan destnîşan dikin, reftara mirovan bi van taybetmendiyan tê pesindan:
-Beşdariya civakî û wek hev.
-Her kes ê beramberî xwe di wekheviyê de bipejrîne.
-Heger nakokiyek çêbû, divê neghêje tundûtûjiyê.
-Her kes karibe di hestên ê din de têbighe.
-Hin nakokî hene, bê vîna mirov diqewmin, divê mirov wan bipejrîne.
Di barê vê mijarê de, hin lêkolînên ku li ser perwerdekirina xêzanê ji zarokran re bûne em ê berbiçav bikin:
-Şêweyê desthilatdar (zoedest): Ew e ku dê û bav rê nadin ku zarok nerînên xwe di mijarên ku bi reftara wan ve girêdayî bin, derbirînin, pêdiviyên xwe yên taybet bi rê ve bibin.
-Şêweyê demoqratî: Ew e ku dê û bav hestê beşdariyê di gengeşkirina tiştên taybet ên bi reftara wan ve girêdayî ye, geş û gur dikin, tevî ku biryara dawî di destê bavan de ye, yan li ser erê dikin.
-Şêweyê lêborînê: Ew e ku bandor û akama zarokan di standina biryaran de ji ya dê û bavan bêhtir e.
Enacama van lêkolînan diyar dike, zarokên ku di xizanên demoqratî de perwerde bûne, di malên xwe de bêhtir bi erênî bi dê û bavên xwe re diçin.
Fêrkirin û Reftara Demoqratî
Bê guman e ku dibistan yekîneyeke civakî ye, heyameke wê ya rêxistinî heye, ku dikare hestê çalakiya kesane li cem şagirtan geş û gur bike.
Reftara yê mamoste bingeha qayilbûn, tovên afirandin, xweserî û kelecaniyê li cem şagirtan saz dike.
Lê reftara mamosteyê zordest, beşdariyê li cem şagirtan qels dike, ramanên wan ji hev belav dike, rewşa wan a derûnî tevlîhev dike, û wan biber tengijandinê ve dibe. Çi qasî asta hînbûn û zanînê bilind dibe, gengaz e ku civak bi ser demoqratiyê ve here.
Ji ber ku armancên perwerdekirnê neynika nirx û pîvanên civakê ne.
Bê guman e, dema ku zarok jidayik dibin, ne dîmoqratî ne, lêbelê ew pileyekê ji zanînê werdigirin berî ku em hêviya reftara demoqeatî ji wan bikin.
Ji ber ku nezanî sedemek sereke ye ji reftara ne demoqeatî re, di nav kes, girûp û neteweyan de, pêwîst e em agahiyên li ser nirxên demoqrtiyê û reftara demoqratî li ber wan deynin.
Zarok reftar û ciyewaziyên mirovan dinasin.
ciyewaziyan alîkariya wî dike, ku çi Ev nasîn û têgihştina wî bi van nakokî di rêya wî re bibûrin, dê bi qayilbûna her du aliyan çareser bibe.
Ev yek diyar dike, ku nezanî xaka bi rewa ya ji geşbûna hişkbawerî û tundûtûjiyê re ye, lêbelê zanîn û zanistî ji hêmanên serekene ji reftara demoqratî re.
lewra mirov dikare bibêje, heger demoqratî di wateya xwe de têgeheke siyasî ye, lê ew di wateya xwe ya giştî de têgeheke civakî ye.
Heger em danûstandinê bi vê têgehê re nekin, û bi rola wê tênegihêjin, ta ku em qonaxa ciwaniyê derbas nekin, lê rehên wê bi qonaxa zaroktiyê ve girêdayî ne.
Heger reftara demoqratî cihgirtî be di helwestên têvil de tê diyarkirin, lê, ew parek e ji sazkirinek berfirehtir re, ew jî kesayetî ye.
Dema reftara civakî ya di civakekê de cî digire, hingê mirov dikare li ser çanda beşdariyê biaxêve, ew ji çanda serxûzkirinê ya di civaka ne demoqratî yan a zordest cuda ye.
Ji ber ku çanda beşdariya civakî ji taybetmendiyên civaka pêşketî ye, ya ku zagon di ser hemî rêzik û rewiştên civakî re ne, lewra her kes li ber zagonê weke hev in.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…