Nameya hevalekî min ji hundurê welat û bersiva min

Kasî Yûsiv

Hevalê minooo:
Kes nema, welat vala bû, te jî bazda, te digot ez na revim, lê te dev ji me berda! Mixabin ez niha vê nameyê ji te re dinîvisînim û ez nizanim bê sibe çi çîrok li ser me tê amade kirin, çi sînaryo ji bo şirovekirina mîna me wê werê derxistin.
Carna bi xwe re bi dengekî nizm dipeyivim, û ez  sawêrên xwe şirove dikim: ma tê wilo bimînê, û ezê wilo bimînim; û ew dîwarê mala me ma neseyandî, ew meşka me ma daleqandî, camên pencereyan toz girtine, xernûfê hewşa me dagîr kiriye. Nerdewanên Omeriyan li sel pişta kemyonan mane bê xwedî, kurtanên xortên enteriyê yên ku bi wan telîsên genim dihilgirtin, bûne cewşen di sikak û rêçikên Qamişlo de.

Siya xaniyan bê civat maye di dema piştî nîvro de, hew jinên tarika me li hev dicivin, her yek bi aliyekî de terqiyane, weke kulma nehkên ku tu li  kevir bixê, bela wela bûne. Riwên  kesên nû dane der, hino hino Qamişlo vala dibe.
Ez vê yekê dizanim welato, ez gelek tiştên dîtir jî zanim, lê ka ezê çi bikim, gelek tefşo têne qurmê darê.
Roj sêleke sore di eniya ezmên de. Ba bi xiftanê meliwan dilîzê, tirşokan pelên xwe pehin kirine, û bakur nale nala wiye, kes bi girîna me ve nayê, em bi tenê mane hevalo, nanê me ji ardekî reşî tijî kurm  û ax û zixur û basikê sirsirkan çêdibê, em bi tevayî li rêkê digerin da em birevin, çimkî çare ya me nemaye.
Ne derman heye me ji vê êşê rakê, û ne mirin zora me dibê, emin  miriyê bi saxî mirina xwe dijîn. çareserîya vê pirsgirêkê
Gelo herêm bi tevayî berê wê li reşayiyeke kûrtire, an jî wê ya me zûtir be? An jî emê hemî bibin ardiwê tenûra berjewendiyên lehengên mezin?
Bersiva min:
Welato ma ti jî nizanê kengî ev bahoz dê bi dawî werê, û emê vegerin malên xwe? Bê xwediya vê kirîzê wê gihê kûderê, mane me digot heyvek didone, me nizanî bû ku çar sal jî wê herin û serrast nabe.
Welato; mehşera min li bêjeyan nayê vê kêliyê, ez di asta herî nizim de dijîm, ji ber ez dûrî teme, ji ber ku toza te hew firnkê min ji hundirûve diseyênê, di domikan de ez xewr bûme, mîna zillikên ku dikevin bin pêlên avên giran, saloxên ku ez dibhîzim her roj ji giraniya wan qermîçonkên min kûrtir dibin, xîze xîz dikevê nav dengê bi kar anîna tîpan.
Em lukkimîn û terpilîn di dema herikandina keysa zêrîn, nizanim ne ji bextreşiya meye, ne ji  siûda dijmin neyarên meye.
Mexelê bêjeyên min nayê û li ser piyên xwe kefte-leftê dikin: Kevze daye şikefta devê wêneyan. Sal  bi qumarê dilîzin, û qîma xwe bi dewê tirş tînin, zexeliyê girtiye damarên domikan. Xîret û rûmet ji nav me tê kişandin û valakirin.
Hevalo ez bi tepa li ser çavê xwe dikevim, ji ber ku ez zanim paşroja me nexweş tê li gorî van gavên ku îro em didin. Ligorî bayê leyistikê, li gorî mercên axaftinên berpirsiyarên me. Lê ez tiştekî bi tenê zanim emê vegerin, ev banga giyanê mine ji min re her gav û her kêlî.
Jêder: pênûsa nû

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…