Helbestavan û zanyarê olperst Seyd Eliyê findikî

Diljar Emîn

Dîroka mirovatiyê diyar dike,ku her miletek kesin navdar di nav wan de peyda bûne û wek hîmê yekemîn ji avakirin û pêşxistina şaristanî,çandî,huner û toreye miletê xwe re hatine nasîn.
Lê sebaretî çand û tore ye me ya kurdî,em dikarin bêjin ku li ser destê şêx û melan pêşketiye ( Ehmedê Xanî, feqiyê teyran, Melayê cizîrî….) mirov dikare bêje ku cizîra Botan navendeke alîkar bû di vî warî de,û roleke pir mezin ji belavkirina zanînê bêtir ji hemî bajarên kurdistanê leyistiye.

Ji ber ku dibistana sor li bajarê Cizîrê bû,li ser destê Şeref Xanê bedlîsî hatibû avakirin,bi çar zimanan lê dihate xwendin û nivîsandin ( Kurdî,Turkî,farisî,Erebî).
Hêjayî gotinê ye ku mirov bêje ku helbestvanê gewre Melayê Cizîrî li dibistana sor hatiye veşartin.
Piştî vê kurte pêşgotinê ez dixwazim bi kurtî li ser jînenîgariya zaniyar û helbestvan Seyd Eliyê Findikî rawest im.
Seyd Elî kurê Seyd Suleyman kurê Ibrahîm kurê Seyd Umer kurê Mela Hesanê Xetîb e.
Di sala ( 1892 ) de li Findka Botanê ji dayik bûye,Seydayê hêja biçûkaniya xwe li cem bavê xwe bûrandiye  li ber destê wî xwendiye, li cem mirovên xwe jî , û zanyarên olperest xwendiye,mîna Mela Isma,îl li gundê Bafê,Mela Necmedîn li Kercosê,Mela IbrahîmêKorikî li Bişêriyê û li cem Hecî Fetah hînî zimanê Farisî bûye,li cem Şêx seyda jî xwendiya,Seyda demka dirêj wane dane zarokên malbata Şêx Seyda û Feqeyên wan.
Piştî ku li Finkê vegeriyaê li cem apê bavê xwe Şêx Hesenê Findikî xwendiye,Şêx Hesen keça xwe Rehîma dayê de û jê re kire jinç
Sê kur û du keçên wî hebûnê kurê wî yê mezin Ebdulrehmanê,bîst û sê salan mftiyê Cizîrê maye,di sala ( 1986 ) an de çûye dilovaniya xwedê.
Lê kurê wî yê biçûk Mihemed Baba niha jî li bajarê Cizîrê melatiyê dike.
Seydayê Findikî mîna alekê bilind bû,pirsgirêkên herêm û astengên herêmê ji hemî aliyan ve çareser dikirin,zimanê wî şêrîn bû,dostaniya wî xweş bû.
Ji bilî ku zaniyarekî mezin bû,wisa jî helbestvankî gewre bû,helbestên di nav miletde bi nirx û buha bûn,ta niha jî gelek Feqe û Meleyan helbestên wî ezber kirine.
Seyd Elî di sala ( 1967 )an de çûye dilovaniya xwedê,li Cizîrê li kêleka gora Şêx Seyda li taxa Qelê hatiye veşartin û li kêla gora wî ev her du malkên wî yên navdar hatine nivîsandin:
Di dunya yê heçî rabê              feqîr û Şêx û Axa bê
Ji ber mirnê xelas nabê            di şerq û hem di xerbê de.
Ji bilî dîwana wî ya ku du caran hatiye çapkirin,heft brehemên wî yên ku di olperstiyê de nivîsandine,bê çapkirin mane.
Ev çend malikên tên ji dîwana sydayê Findikî ne:
Xemrevînek min hebû pir nazik û zîba xîsal
Ez pijandim firqeta wê nazika şêrîn kelam
Bê kesim nabit li min qet pursiyar û hem su,al
Ez birîndar û xerîbim bê dewa û bê tebîbim
Kuştiyê cewra reqîbim hêviya min zulcela
Her dema tête xiyalim suhbet û bezma wîsalim
Pir dinalim pir dikalim firqetê kirime hîlal
Wek Elî zanit kesî camek ji hicranê vexwar
Sa,etek dûra firaqê pirtire ji sala wîsal
Ey gelo dîsa dibitin ez bibînim dîlberê
Da bi destê dim li ser weqtê firaqê erz û hal
Her kesê mizgîniya weslê ji bo me bîtin
Ruhê xwe ez dê bidim jê re di şûna milk û mal.
   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

سەلاح بەدرەدین

لە گەرمەی هەڵكشانی ململانێیەكانی نێوان بەرژەوەندییەكانی هێزە زلهێزەكان لەسەر سامان و سەرچاوەكانی وڵاتانی ڕۆژهەڵاتی ناوەڕاست و، زیادبوونی خێرایی ڕووبەڕووبوونەوەكانی نێوان لایەنە هەرێمییە حوكمڕانەكان سەبارەت بە دابەشكردنی هەژموون و داگیرسانی پڵیتەی شەڕەكان بەوەكالەت، هەروەها گەشەسەندنی ئەو شەڕانە لەم ساڵانەی دواییدا و، هەڵگیرسانی شەڕ و پێكدادانی توندوتیژیی نێوان هێزەكانی گەلانی زیندوو لە لایەك و، ڕژێمە دیكتاتۆرە…

Tengezar Marînî

Erkên Zimên

Erk ên zimên cihêreng in û dikarin li ser çend beşan werin dabeş kirin. Erk ên herî baş ên zimên ji hêla zimannas Roman Jakobson ve hatine formulekirin, ku şeş erkên bingehîn destnîşan kirine:

Erkê referansê/Lêveger: Ev erk behsa ragihandina agahî û rastiyan dike. Ew di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Serok û lȇvegerȇ kurdî Mes’ûd Berzanî ti carî ji kurdan dûr neketiye, li ku derê û kengî jî be, belȇ ew her tim bi wan re ye, ȗ nêzî wan e her wekȗ lȇdana dilȇ wan be.

Roleke mezin ya serok Berzanȋ di pirsa kurd li rojavayȇ kurdistanȇ de…

Baso Kurdaxi

Bihara nûjen
Bihara ciwaniyan her heye
Dilên tî li hev dicivin
Ji bo azadî û hêviyan
Mîna fısıltandina bêdengiya demê
Rojan ew westandin
Gilî û gazinan ji siruşta bêdeng
Ber bi çiyayê bilind ve
Dilê wî bi ava zelal lêdide
ava kaniyê ya gurrîn
Ji bo veşartina êşê di nav tozê de
Û birîn bi axa sor hatiye nixumandin
Bi pelên zeytûnê…