Qedrî Can, 43 Sal ji Koçkirinê û 57 Sal ji Gotina Helbesta (Şêrê Hat Welat)

Konê Reş
 
Di roja 09.08.2015an de, 43 sal di ser koçkirina helbestvan Qedrî Can, mîrê helbesta Kurdî a nûjen re derbas dibe, bi min xweş e ku ez vê helbesta wî a bi navê (Şêrê Hat Welat) ku li dor hatina Barzaniyê nemir gotiye bînim ziman.. Hem jî hêjaye ku ez bêjim; di eynî rojê de ez ê semînerekê li dor jiyan û xebata wî, di navenda Aso a mamoste Siyamend Brahîm de li dar xînim.

Şêrê Hat Welat:
Mizgîn .. mizgîn.. gelî Kurdan
Roja Kurdistan helat..
Barzanî hate niştiman, 
Şêr hat .. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Çayê Zagros bê deng mabû, 
Baxçe û bax bê reng mabû, 
Ew meydana bê ceng mabû, 
Roja Kurdistanê helat..
Şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Ne xuyabû ji çend salan, 
Ji bona derdê niştiman, 
çû bû digerya, li derman
Roja Kurdistanê helat..
Şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Mijde ji bo dar û beran
Deşt û newal li her deran
Roja Kurdistanê helat..
Şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Li Îraqê, Kurd û Ereb, 
Azad bûne ji nîrê Xerb..
Li ser yek rê.. li ser yek derb
Roja Kurdistanê helat..
Şêr hat welat.. şêr hat welat..
Mizgîn li we, Barzanî hat..
Azad bûye Silêmanî
Sibe dora Mûş û Wanî
Mehabad, Sine, Banî!
Roja Kurdistanê helat..
Qedrî Can

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…