Piştî Kobanê û Hesekê, Çi Pêwîst e?

Salar Salih 

Rojavayê Kurdistanê di qonaxek dîrokî hestiyar de derbas dibe, miletê Kurd rastî hêrîşeke tund û dijwar tê, cenga hebûnê û tunebûnê ye, bûyerên vê dawiyê ku li Kobanê û li Hesekê rûdan, ew nîşaneke ku rêxistina Da`işê hatiye avakirin ji bal dezgehên ewlekarî yên hin dewletên herêmî û navnetewî bi mebesta ku projiyê kurdî yê netewî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê têkbibin, ger ev proje bi destê Da`işê neyêt rûxandin, tê pêşbînîkirin ku hin dewletên herêmî bi rengekî yekser derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin da ku nehêlin Kurd azadiya xwe bidestxin di herêmeke serbixwe de, wek dewleta Turkiyê ku serokê wê Erdogan gefa destêwerdana serbazî di Rojavayê Kurdistanê de li hêzên kurdî kir .
Da`iş çi ye? Da`iş rêxistineke li ser du ramanên serekî avabûye:
1- Ramana ( El-cîhadiye Elselefiye ) ango Islama tundrew ya ku li ser serjêkirinê û xezû û sebî tê avakirin, ku dixwaze misilmanan vegerîne sinc û rewiştên ku beriya nuha bi 1400 salî pê dikirin. 
2- Ramana nijadperestî û şovînizma Erebî, ku li ser wê kîna li dijî kurdan ya ku Rêjîma Ba`as li Sûriya û Iraqê li dijî kurdan dimeşandin avabûye, û ew çanda Erûbî şovînî ya ku di mejiyê welatiyên ereb regez de hatiye çandin.
Bi vî şêweyî rêxistina Da`iş hatiye avakirin ji Islamek tundrew û nijadperestiyek ereb bêsînor û li dijî projeyê kurdî bikar tê, Da`iş bi destê dezgehên ewlekarî yên dewletên herêmê hatiye avakirin û xurtkirin, lê bingeha wê di nav civaka erebên sunne mezheb de hebû, van dezgehan ew bingeh û ew raman li dijî kurdan bi firehî çewisandin . 

Çawa Kurd wê xwe biparêzin li dijî hêrîşên Da`işê ?

Da`iş tu carî ranaweste , wê hêrîşên xwe berdewam bike li ser hemû deverên Rojavayê Kurdistanê, divê kurd dijminê xwe baş nasbikin, niha dijminê me yê sereke Da`iş e, divê kes bi me nelîze wek gokê, divê ku em jî bibin lîstikvanekî serekî di Sûrya ya paşerojê de, lewra rûbirûbûna Da`işê divê li ser gellek astan bê kirin:
Warê berevaniyê, divê ku hêzek hevbeş çê bibe, ji YPG û pêşmergên rojava ,û leşkeriya neçar bête çespandin wek hemû artêşên cîhanê, jiber ku qonax pir dijwar û hestiyar e, û em bi pêwîstî berevaniyê ne.
Di warê ewlehî de, her welatiyek berpirs e di ber ewlehiya Rojavayê Kurdistanê de bigiştî, ne tenê asayiş û polîs.
Xurtkirina hevpeymana civakî di nav pêkhatiyên deverê yên resen de, pêwîst e û erk e, û hem jî bereya hundurî xurt dike.
Divê ku hemû aliyên siyasî di Rojavayê Kurdistanê de, beşdarbin di rêveberiya herêmê de , çi TEV-DEM û çi ENKS, û çi partiyên dîtir heger çiqasî jî biçûkbin, qonax pir hestiyar e, û em bi pêwîstî rêkeftinekê ne di navbera hêzên siyasî kurdî de, dibe ku herdû alî vegerin rêkeftina Duhokê û wê aktîv bikin bi şêweyekî rêkeftinî , jiber ku dem ne guncaw e bo pêkanîna hilbijartinan.
Di warê siyasî de, divê ku Kurd hişyar bin ji lîstikên Opozisyonê û Rêjîmê, devera kurdî jiber ciyopolîtîkya xwe ya giring û jiber abûriya xwe ya zengîn bi petrolê û genim, lewra herdû lay jî dixwazin ku kurd tune bin û ger hebin jî divê ku destek bin ji wan re, herweha herdû lay jî hewldidin ku bingehên xwe li herêma kurdî tebût bikin, ev xal giring e ji kurdan re jibo ku siyseta xwe ji dema bê re deynin, divê ku berjewendiya miletê Kurd di ser hemû tiştî re be, wek hemû welatên vê cîhanê ku berjewndiyên welatiyên xwe ji xwe re dikin armanc, û ev ya durist e di siyaseta navnetewî de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…