Temo û xelata Kerê

Deham Hesen

Rêzdarî û hembêzkirina kesên dahêner, erkeke û tiştekî herî başe û hêjaye, divabe li ser bê rawestandin digel  spasî û rêzkirtinê ve, jiber ku  ev kesê dahêner bi rastî, ev aliyê diyardeya rêzdaryê avitiye ser mile xwe, û xwe bê mijûlkiriye, lê lihember vê yekê, divabe di warê rêzdarkirinê de, çend mercên giring  pêkwerin, û dibin çavan re bêne drbaskirin.

1 – Divabe hilbijartina kesê bê rêzdarkirin, bi awayekî durist bê derbaskirin, durist û rastî tê dema ku berya hertiştî li ser berhemên wî yên bi awayekî dahênan hatibine danîn bê rawestandin, û ev tişt bibe pîvan ji rêzdaryê re, û tu tiştên din ji bilî vê pîvanê neyên naskirin, û mêldarya rêxistinên siyasî nebin pîvan ,mîna nimûne.

2 – divabe ew aliyê ku vê rêzdaryê pêşkêş dike, kesayetiyeke wê ya resen û mafdar hebe, û bi kêmasî saziyeke xwedî cihekî giring û bi nirx be, li bal tevgera netewa kurd li Sûryê, û ne xirabe jî  ku, ji hin aliyên kurd ji derveyî sînor destgiryê bigre.
3 – divabe ew kesê ku bê rêzdarkirin, daneyeke pere bi nirx û havil pêşkêşî wî bibe, ne bese ku jê re rûpelekî kaxez bi firêzên bi bezm û rezm bê danîn ku,ew jî  mirov ne têr dike û ne jî xizan dike, dêmeke ev tiştê belawela û bê rêxistin hiştiye ku, ev tikista mi ya li jêr, bi awayekî tinaz û pêkenînok bê bîramin. 
Ez bi hêvîme ez                     were vêde zû bilez
Mane bese me ew sal             tenê mame bê heval
Gava ez te dibînim                 di cavê te re dixwînim
Çîroka Mem û Zîn                    û helbestên Cegerxwîn
Dengê te çiqas xweşe              lê bextê me bi reşe
Tilî û zend û çav                      lêv tenikê bi lavelav
Piştî Temo helbest got             gelek kenîn qîz û xort
Biro û Silo û Hustixwar           ew bi lez hatin xwar
Rabûn kirin selewat                 bidne Temo ev xelat
Li jora axur û xanî                   alek rengîn wan danî
Bankirin Ferso û Zêdan            tenbûrçiyan û stranvan
Temo rabû dûre got                   ne kirrî we ne firot
Fedî bikin hûn ji xwe                 ez, êm dikim kerê we
Çawa dike zirezir                       birçiye bavê hêstir
Ha wa li me dinerî                     xelat bidin vî kerî
Ez hewar dikim bi dil xelî         li serê we be, ev xwelî
Temoye dawî anî                       xwêdanê ew hilanî
Gelo hûn kîne ta                        bi xelkê vekin xelata
Ma xelata we çiye                     rûpelekî rengîniye
Belav bikin li welat                   qet min nave, ev xelat
……………………………………. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…