Mîr Celadet Elî Bedirxan, Mewlanzade Rifet Efendî û karê rojnamevaniyê

Konê Reş 

Mîr Celadet Elî Bedirxan, di biçûkaniya xwe de fêrî gelek zimanên biyanî bûye û bi wan zimanan serwextî çand, ferheng û rewşenbîriya gelek miletan bûye, di gel ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wî bû. Û di sala 1909 an de, li ber destê Mewlanzade Rifet Efendî, xwediyê rojnameya “Serbestî” li Stenbolê, fêrî kar û barên rojnamevaniyê bûye. Li ser vê yekê mêzekin, bê ew bi xwe di romana “Bîra Qederê” de çi dibêje:

“..Şerekî nû destpêkiribû. Min kar, şixûl, mal, dezgeh, pêwendî, hedef û armanc diviyan. Minê çi bikira? Berê xwe bida ku?
Kurdan gotibûn: Teyr başe bi refê xwe re. Ezê bibûma hevalê kîjan rêz û refan?
Min xwendin û nivîsîn, ilm û irfan, rojname û kovar helbijartin. Min da ser vê riyê. Ez nikarîbûm bibûma paşa, zabit, tacir, dikandar, karmend, hembal, berdevk, peyiyê malê û xemxwarê karê rojane. Ev kar û tişt li min ne dihatin. Ne bala min li ser wan bû û ne jî wan heyecanek didan jîna min.
Lê nivîskarî, rojnamevanî, kar û dozên mezin, hedef û armancên bilind, pîrozheycanek bê payan didan min. Ez, yan jî, ez, bira, mam û merivên xwe jî, bi hesibînim û bibêjim em, bi bîr û dîtinên Roussau, Dîderot, Voltaire û feylesûf û nivîskarên din yên şoreşa Firansayê, bi şirên Ehmedê Xanî û Omerê Xeyam û bi ders, tecrûbe û serpêhatiyên mîr Bedir-Xan perwerde bibûn. Ma me qîma xwe bi karên rojane dianî? Min fedefê xwe hilbijart.
Hingê du mecmûa hebûn, ku li ser dilê min, hem pir ezîz bûn, Ictîhada Abdellah Cewdet beg û (Serbestî) ya Mewlanzade Rifet beg.
Gava min daxwaza xwe ya xebatê, li cihê Serbestî û Mewlanzade Rifet beg re got, wî berçavkên xwe derxistin, ez hembêz kirim (Mukemmel, Mukemmel) got û ez li aliyê din yê bureyê li ber maseke biçûk dam rûniştin. Bi vî awayî min dest bi xebata rojnamevaniyê kir.
Serbestî rê li ber min vekir ku ez bikaribim rojname û kovarên, ku min paşê li welatên dûr û xerîb derxistin, biweşînim. Eger ew tecrûbên rojên Stenbolê nebûna, ne Hawar û kitêbên wê, ne jî Ronahî derdiketin. Ez ne bawerim ku ewê bikarîbûna derketina…”
Ji hingê ve Mîr Celadet Bedirxan pîş bi karê rojnamevaniyê kiriye, pê mijûl bûye û gelek gotar di rojnameya (Serbestî) de weşandine, ew rojnameya ku di navbera salên 1909-1913 an de li Stenbolê dihat belavkirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...