BAYÊ ROJAVA

Xizan Şîlan

ez
dergûşeke li çolistanên qijilî
pêxwas
tazî

birçî û sêwî mayî me
xwîna pêsîra dayika xwe
ya sîngsedef û giyanmirî
dimijim
dengê qîjeqîja çûkeke perşikestî
hêlîn wêranbûyî
bêxwedî
û şeveder mayî me
ji ber kul û kederên dinyayê
axîn û nalînan
dikişînim
li nav toza qehpikên çavsor
bi tena serê xwe
hatim terikandin
bedena min
di êş û jana çaxên genî de
dilerize
li xurbetê
rondikên bîranînên mişextbûyî
dadiqultînim
movikên pişta dahatûya min
ji hev de ketin
di bin barê dîroka zalim de
bêhna min çikiya
çeqel û zexelên dema reş
çermê xewn û xeyalên şîrîn
gurandin
minafiqan
hinav li min peritandin
teyrokên xezebê li gulîstana şîn
barandin
porê serê keç û bûkên bermalî
rûçikandin
kindirê îxanetê li stûyê qedera min
alandin
keska xewên min
herimandin
li bêdengiya rojên stewr
derbider bûm
dêlegurên hov
di perdeya guhên min de
zûrezûr in
di hêrs û tirsa xwe de
vediciniqîm
mija ewrên reştarî
xwe dagirtiyê ser kêf û şahiya 
seyrangehên min
temenê perîşan
bi keservedanên kûr û dûr
hatine stirihandin
dilê sefîl
di qêrîn û hawara salên kambax de
diperpite
di îskeîska girîna gewriya xwe de
difetisîm
kevirên çiya û zinaran
di kuştina min de
serî hildan
hestên sonda tolhildanê
hiş û mêjiyê sebira min
rapêça ye
êdî ez ê
ji nav lepên xêrnexwazan
bifilitim
bafiroka aştî û aramiyê
ber bi stêrkên asîmana sayî ve
bifirînim
li ser axa şaristaniyê
çirûskên agirê eşqa Mem û Zînê
geş bikim
birîna kezeb û gurçika welatê rojê
bi xweşbêhna bayê rojava
bipêçim
li şevekoriya demên xewle
meşaleya hurmet û rûmetê
vêxim
kaniya jiyanê
ber bi asoya serkeftinê ve
biherikînim
bi tilîliyan şaxên dara azadiyê
bi keskesora rengîn
bixemilînim 
li baxê hezkirinê
tovên kulîlka ronahiyê
bireşînim
hêviyên giyana qefilî
bi melûliya tîrêjên berbangê
binixumînim
li ber wîzîna firtûneyên har
destmala govend û dîlanê
bihejînim
di sergêjiya mestbûna xwe de
li dor helbestên kulek semaha şadiyê
bigerînim
di dengvedana derûniya xwe de
stranên mizgîniya serbestiyê 
bilorînim
û ez ê
azad û bextewar bijîm
Xizan Şîlan
2015-06-18
Stockholm 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…

Ezîz Xemcivîn

Rojavayê Kurdistanê dikele
û dilên me dikelîne..
Agir bi dexl û danê me ketiye
agir, me bi pêtiyên bêbextiyê disojîne…
Agir dêwekî devbixwîn e,
laşê min bi destê bêsozan disojîne…
Bîrîna me ne tenê Hocan û Sîpan e
û ne tenê zindaniyên Kobanî ne,
serjêvekirina kêşeyeka sêwî,
bê xwedan û kurdîniya Kurdên bê xwedî ne…
Serê me bi kêrgemara xwe…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Bi te bûme helbestvan
Bi hest û vîn û raman
Kevoka ber dilê min
Karxezala kurdistan
Tu pîrozî tu cejnî
Bi te şahî dibin can
Hemî cejnên buharê
Bi te dibin gulistan
Vîna min û te cejne
Avdar dibakê nîsan
Gul û sînem geşdibin
Dibê sema û dîlan
Digel Reqsa botanî
Bi şêxanî bablekan
Bihna gula difûrê
Şaxdidin gul û rîhan
Hest û dilê me…