Ma Min çi Jêye

Reşad Şeref

Di beriya sewêdyê de, du rûvî li pêrgî hev hatin. Şim û şim ji bin lingên wan dihat. Ji hev derbasbûn, cardin li hev zîvirîn. Yek nêrbû û ya din mêbû, dilê wan pijiya hevdû. Yê nêr pirskir: Dotmam navê te çiye?
Got: Navê min Qerê ye.
Wey nav li dinê be, yê nêr got!
Qerê bi nazdarî pirskir: Pismam ma nave te çiye?
Ewî kevilê xwe tejîkir û got: Navê min kelo ye! Qerê, terqînî pêket û keniya!

Kelo got: Dotmama xwîn şerîn, ma çira tu wusa dikenî?
Got: Ez nuh dibhîzim ko rûviyên kel hene!
Kelo got: Cana min, kelbûn ne tenê bi qulîç û sturehan e, ez bi fenû fîtê xwe kel im. Qerê got: Ma te çi kirîye tu wusa ji xwe înan û bawerî?
Got: Ez bi sere ciwaniya te dikim, min gelek dinya dîtiye û li geleg şar û bajaran û gundan geryame. Hevala wî hinekî şermkir dema bi serê wê sond xwar û ji axftina wî ya bi serbestî tê gihiş ko wê jêre tiştin balkêş bibêje. Hema wêjî bi nazdarî xwe hêdîka berda di nav giyê de û serê diranên xwe diavêt hinek tayên nazik yên giyê û pê wan mijûl dikir.
Kelo got: Dotmam, tu dizanî dijminê me rûviyan kîne, mirovin û kûçikin, jiyana me bi tirse. Ez rojekî li virbûm û rojekî li wirbûm hetanî di şevek tarî de pozê min ez anîm vî gundî. Keye ê vî gundî gelekî ji zikê xwe hesdike nexasim goşt!
Rûviya mê bi tirs rabû ser xwe û got: Nexwe divê em li ser xwe bitirsin û bizû ji vir herin!?
Kelo, bi dengekî bilind keniya û got: Na keçê, rehet rûne ez çîrokê ji tere bêjim, tu çima wusa bi tirs û lezî!
Qerê cardin di cihê xwede mexel hat. Kelo gotina xwe berdewamkir, ev xelkê vî gundî ne wekî tu xelkane, goştê rûviyan naxun herroj divê şîva keye goştê pez û beranan be. Ez dizanim tê bêjî ma ewqas pez ji kûve tînin!?
Erê..ezê bêjim êlek mezine, peyayên keye diçin li nav keriyên pezên xelkên êlê mihekî yan beranekî tînin, hemi mêrên gund jê dixun û her yek dibê: Ma min çi jêye! Tu dizanî navê vî gundî bûye girê goşt!
Vêca ma kîyê goşt xilas bike. Ev demek borî dilê min ji goştê pijyay î reşbû ye. Rojekî dilê min bijeha goştê xav. Mala mele di keviya gunde ye, min xwe dada hewşa wî. Min dîkê sor hilanî, ez li rastî sofiyekî hatim, kopalekî ji darên berûyan di destê wîde bû. Ji tirsa sofî hinavên min qetiyan. Lê, ciwamêr got: ma min çi jêye.
Êlên ereban hatin li tenişta gund danîn, keye got, ma min çi jêye!
Ereban biraziyê keye kuştin, gundiyan gotin, ma me çijêye!
Dilê Qerê wehesî û Kelo di çavên wêde pir mezinbû.
Qerê rabû ser xwe û got: Lê pismam ezê gotina te bi şekir bibirim, te tu xeberdan li ser kûçikên gund nedan!?
Kelo ji dil û can keniya û got: Ez bi xwedê û pêxember kim şevê din ha, şevê din, ez çûme malekî di nîva gunde, du seyên wan ên sermezin hene. Min mirîşkek ji koxik kişand herdû seg di xewdebûn, ji qîje vîja mirîşkê hişyarbûn, ziravê min qetiya dema çavên wan bi min ketin, lê ciwamêran serên xwe hejandin û herdûwan bi vêkra gotin: Ma me çi jêye!
Roj çû ava, herdû rûviyan berê xwe dane gund, erd dibin lingên wande dihejiya.
Swêsra
25.12.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…