Çavpêketinek bi Farûqê Mela Hajî re dostê Seydayê Cegerxwîn


 Konê Reş

Di sala 1976an de, piştî ku mala seydayê Cegerxwîn ji Şamê vegeriya Qamişlo, pêwendiyên min pêre çêbûn û her pêlekê ez diçûm serdana wî. Di wan serdanan de, gelek caran navê (Farûqê Mela Hajî), wek dostekî Cegerxwîn yê nêzîk dihat holê.
Berî çend rojan, çav bi mamoste Farûqê Mela Hajî ketim, min jê xwest ku ji min re behsa dostaniya xwe bi seydayê Cegerxwîn re bike.. Camêr bi kêf bersiva min vegerand:

(Di sala 1976an de, min bi otomobîla xwe mala Cegerxwîn ji Şamê anî Qamişlo.. Ew hevalê partiya Pêşverû bû, ez jî dostê wê partiyê bûm û wiha pirrê caran em bi hev re bûn… Gelek caran min ew vexwendî xwarin û vexwarinê dikir û şevbuhêrkên xweş me bi hev re derbas dikirin.. Wî, ji me re helbestên xwe digotin û her ku helbestek nû diafirand ji me re dixwend.. Cegerxwîn, çîrokên pirraniya stranên kurdî yên folklorî zanîbû û eger carekê dengbêjekî stranek şaş bigota, Cegerxwîn digot; şaş dibêje, ne wilo ye, bi gotinên stranê lîstiye.. Hem jî wî, dîroka pirraniya eşîrên Kurdên Cizîrê zanîbû.. Dema ku ez zewicîm û ji (Meha Hingivîn) vegeriyam malê, Cegerxwîn hat mala me gundê cumayê û em pîroz kirin..
Min jî, ji Cegerxwîn re texsîr nedikir.. Min, ne kêmî hevalên wî yên Partiya Pêşverû alîkariya wî dikir.. Min, gelek caran qeytanên qundereya wî, jêre girêdidan.. Ji ber ku ew qelew bû û destekî wî nivbawî bû, zor bû jêre girêdana qeytanan.. Bi rastî, gelek caran jî, mamoste Hemîd jêre qeytanên wî dişidandin..
Dema ku min bihîst wê termê wî ji Swêdê bigihêje balafirgeha Şamê, em çend dostên wî; ez û avokat Osmanê Osman, Nazlî (Diya Fuad), digel keçên wî; Suad, Sînem, Rojîn, Gulperî û hin kesên din jî hebûn, em çûn Şamê pêşwaziya wî.. Roja 04.011.1984, termê wî gîha balafirgeha Şamê.. Em dor 150 otomobîlî di pêşwaziya wî de bûn.. Ew otomobîl bi me re meşyan ta bi Heresta, bi tenê em çar man, me berê xwe da Helebê û Qamişlo.. Li Helebê bi dehan otomobîl tevlî kerwanê me bûn.. Li 47, Hesenê Gemo li pêşiya me bû, em lê sekinîn, biraziya wî helbestek Cegerxwîn got.. Di pey re em rastî mamoste Hemîd Derwêş û hevalên wî hatin.. Li Hesekê kerwanê me mezintir bû.. Lê li ser pira gundê Agûlê, em di nav xelkên de winda bûn.. Û wek ku te dît! Dinya û alem hatibûn pêşiya termê Cegerxwîn. Otomobîlên xelkê li wan bûn bele.. Di roja 05.011.1984an de, em gîhan Qamişlo û me termê wî, di hewşa mala wî de veşart, wek ku wî xwestibû.. Di wan çend ezayî de, ez jî, wek pirraniya kurdperweran û hevalên Partiya wî, yên ku konê şîniyê vedabûn, di bin konê şîniya wî de rûniştim..
Vê paşiyê xwestin ku gora wî ava bikin, min xwe da ber tev berhemên avakirina gorê û nûjenkirina mala wî, hem jî min bi xwe, çavnerîna karkeran kir.. Carekê mamoste Hemîd hat û got: Bi min xweş e ku ez bingehê gora Seyda av bidim.. (Wek ku hun di wêne de dibînin; Ez, Ebû Hiso, Ehmed Berzencî, mamoste Hemîd avê li bingehê gora seyda dike, rehmetiyê Temir Mustafa, Seydayê Keleş û Musa Hûç..).

Wêneyê din, Newroza sala 1977 ye; (Ez, Osmanê Biro, Seydayê Cegerxwîn, Zibêrê Mele Xelîl û Avokat Osmanê Osman).. Erê, ez di xizmeta Seydayê Cegerxwîn de bûm, lê min nizanîbû ku ew wiha mezin e.. Piştî ku mir, nû em bi mezinbûna wî hisiyan.. Îro ez gelekî şanazim ku ez yek ji heval û dostên Cegerxwîn bûm..).
Mamoste Farûq, gelek çîrokên xwe û hevalên xwe bi seydayê Cegerxwîn re ji min re gotin…

Qamişlo, 12.06.2015  
 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…